AMED - Parlementerê HDP'î Ziya Pîr ji ber belgeyên ku der barê Girava Manê derketin holê bertekeke tund nîşanî hikûmetê da û wiha got: "Rizandinek heye. Li vir rewş tenê ne xeyrî ehlaqî ye. Di heman demê de derhuqûqî ye jî. Divê kesên ev tişt kirine bên darizandin."
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr der barê mijarên di rojevê de axivî. Pîr, ji bo belgeyên der barê şîrketên li Girava Manê ku tê gotin kesên nêzî îktîdarê pere veguhastine wan wiha got: "Îktîdar bêehlaqtiyeke siyasî kiriye." Pîr dest nîşan kir ku divê di vê rewşê de îktîdar îstifa bike û wiha axivî: "Lê hûn dinihêrin, siyaseta 'ma çi di vê de heye' dike." Pîr, got ku ev pereyê ku behsa wî tê kirin ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve jî hatiye bikaranîn û wiha axivî: "Li vir pirsgirêkeke ehlaqî ye. Wek ku tu çav berdî baca kesekî ku li Bismilê ya pembû dide an jî li Licê ya tûtinê dide heye. Ji kefenê ku mirov distînin jî bacê distînin. Ev ne tiştekî ehlaqî ye. Ev bêehlaqtiya siyasî ye."
'ÎKTÎDAR RIZIYAYE'
Pîr balê kişand ser gotinên Reza Zarrab û wiha got: "Derket holê ku wezîrek nêzî 50 milyon Dolar bertîl stendiye. Em nizanin ka yên din çi qas wergirtine. Lê wê wezîrek ewqas bertîl bistîne û wê hayê patronên wî jê tune be. Li Tirkiyeyê ne mumkun e ku mirov bi tiştekî wisa bawer bikin. Li vir rizandinek heye. Li vir rewş tenê ne xeyrî ehlaqî ye, di heman demê de derhuqûqî ye jî. Divê kesên ev yek kirine bên darizandin."
Her wiha Pîr balê kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî û got ku gelên li Tirkiyeyê li hemberî krîza aborî xwe li bêdengiyê datînin. Pîr anî ziman ku li Tirkiyeyê rewşeke dejeneriyî heye û ev tişt gotin: "Piştî cemaet ketin nav civakê, dejenerebûneke zêde xwe da der. Îstismar û şideta li hemberî jinê zêde bû. Yê ku hikûmetan tîne û dişîne civak e. Hinekî zehmet e ku mirov li benda rabûna civakeke wisa dejenerebûyî be. Em HDP ji 'em ê îktîdarê çawa biguherînin' bêtir em li ser 'em ê ciwakê çawa perwerde bikin û hişyar bikin' hûr dibin. Jixwe tişta ku em jê re dibêjin neteweya demokratîk jî ev bi xwe ye. Divê em bifikirin em ê civakeke hîn etîktir û biehlaq çawa biafirînin û ji bo vê bixebitin."