ENQERE - Li Girtîgeha Xarpêtê, 42 roj in 6 girtiyên jin di grava birçîbûnê de ne. Satiye Ok, xwîşka Fethiye Ok a girtî wiha got: "Nêzî 4 meh in em tu agahiyê jê nastînin. Daxwazên me yên ji bo hevdîtina bi Wezareta Dadê û dozgeriyê nayên bersivandin."
Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê 6 jinên girtî li hemberî pêkanînên kêfî û binpêkirinên mafan ên îdareya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Greva girtiyan di roja 42'yemîn de ye. Satiye Ok, xwîşka Fethiye Oka di Girtîgeha Xarpêtê de ye, diyar kir ku şik û gumanên wan hene û bang li raya giştî kir.
‘NASNAME LI GIRTIYAN TÊ FERZKIRIN'
Satiye Ok, diyar kir ku xwîşka wê Fethiye Ok (44) zêdeyî du salan e di girtîgehê de ye û ji Girtîgeha Meletiyê sirgûnî ya Xarpêtê hatiye kirin. Ok, got ku nêzî 4 mehan e ew tu agahiyê ji xwîşka xwe nagire û ev tişt gotin: "Yek ji sedemên ku em nikarin pêwendiyê deynin ew e ku, girtîgeh nasnameyê li wan ferz dike. Nasnameyên ku ji aliyê îdareyê ve hatibûn amadekirin, li îdareyê diman. Dema girtî dibirin nexweşxaneyê ev nasname li ser gardiyanan bûn. Lê îro van nasnameyan li girtiyan ferz dikin. Dema girtî ji bo revîrê an jî hevdîtinên telefonê dertên van nasnameyan li wan ferz dikin."
‘MÊRÊN SIVÎL QAWÎŞÊN JINAN SEHÎ DIKIN'
Ok, got ku ji ber girtiyan ferzkirina nasnameyê red kiriye hevdîtina bi parêzer, malbatan re û ya bi riya telefonê hatiye qedexekirin û ev tişt gotin: "Di demên dawî de zêde qawîş tên sehîkirin. Li girtîgehên jinan divê gardiyanên jin lêgerînan bikin. Lê belê îro li gelek girtîgehan leşker û mêrên sivîl qawîşên jinan sehî dikin. Ji ber jinên girtî vê yekê red dikin li wan tê xistin û bi porê wan tê girtin û bi erdê ve tên kişandin. Li Girtîgeha Xarpêtê ev yek tê sepandin. Her wiha du meh berê di çapemeniyê de jî derketibû. Ji ber vê şidetê Îlke Başak Baydar verşiya bû û xwîn ji devê wê hatibû. Dema girtî tiştekî red dikin bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin. Li vir dixwazin rûmeta girtiyan bin pê bikin. Navê vê yekê îşkence ye. Bi awayekî zêde cezayê pêwendiyê li wan tê birîn. Li cihên qawîş lê ne kamera hene."
'10 ROJAN DI ODEYA BI SÎNGER DE HAT HIŞTIN'
Ok, anî ziman ku dema ew ji bo hevdîtinê ji Îzmîrê çûn Girtîgeha Xarpêtê, ji ber xwîşka wê di odeya bisînger de bûye wan nikaribûye hevdîtinê çê bike û ev tişt gotin: "Ji ber xwîşka min lêgerîna tazî red kir, 10 rojan di odeya bisînger de hat hiştin. Di nav tecrîdê de tecrîdeke din disepînin. "
Ok, parast ku bi sepandinên AKP'ê re êdî derve jî veguheriye girtîgehê û ev tişt gotin: "Em malbat çawa li derve têdikoşin a rast em li hemberî van pêkanînên li girtîgehan jî têdikoşin. Ev êrîşên li Xarpêtê dest pê kirin, li girtîgehên din jî berbelav dibin. AKP, li derve hewl dide îktîdareke yektîpî ava bike û li hundur jî hewl dide mirovan bike yektîp û wan bê nasname bihêle."
Ok, dest nîşan kir ku wan bi riya parlementerên HDP û CHP'î ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê û li Girtîgeha Xarpêtê jî daxwaza hevdîtinê ya bi dozgeriyê re kiriye, lê belê bi tu awayî daxwazên wan nehatine bersivandin. Ok ev tişt gotin: "Dixwazim raya giştî bi hestiyarî tev bigere. Çimkî greva birçîbûnê ket roja 42'yan. A rast di rojên 40'î de di warê tenduristiyê de texrîbatên cidî dest pê dikin. Pêvajojeyek texrîbatî ya vegera wê tune ye dest pê dike. Her wiha di vê pêvajoyê de rîska mirinê jî xwe dide der. Lê divê em bi piştevaniyî tev bigerin."