MÊRSÎN - Li navçeya Akdenîzê Fabrîkaya Rûn a Îngilîzê ku di salên 1900'î de hatiye çêkirin, niha ji ber bê eleqetiyê veguheriye kavilan. Niha ev der bûye cihwarê pêgirtiyên tiryakê.
Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê, Fabrîkaya Rûn a Îngilîz a dîrokî ku li başûrê riya trênê ya Mêrsîn-Edeneyê dikeve, ji ber bê eleqetiyê veguheriye kavilan. Avahiya ku ji aliyê îngilîzan ve hat çêkirin, di salên 1900'î de wek fabrîkaya rûn hat bikaranîn. Ev avahiya ku heta demeke dirêj wek fabrîkaya rûn hat bikaranîn, gelek caran kesên ew bi rê ve dibirin guherîn. Herî dawî niha veguheriye cihwarê kesên pêgirtiyên tiryakê. Fabrîkaya Rûn a Îngilîz, piştî Şoreşa Pîşesaziyê li Anatolyayê yek ji hewldanên înglîzan e û tê gotin ku li vê fabrîkayê ji pemboyê Çûkûrovayê rûn dihat çêkirin. Levanten Mr. Gold di sala 1853'yan de dest bi vê fabrîkayê kiriye û di sala 1910'an de bi pêşengiya şîrketa "Whittal"ê ji aliyê “The Mersyna Oil and Cake Mill Co. Ltd.” (Şîrketa Lîmîted a Farbrîkaya Rûn û Kuspe ya Mêrsînê" ji nû ve dest bi hilberînê kiriye. Piştî dagiriya Mêrsînê 2 sal berê di 28'ê Tîrmeha 2016'an de fabrîka ji aliyê muxrîbekî ve tê bombekirin û piştî îlankirina komarê ji aliyê fîrmaya Tûryagê hatiye xebitandin. Heta fabrîka dewrî Bankaya Zîraatê hat kirin jî wek fabrîkaya rûnê nebatî û sabûnan dihat bikaranîn. Paşê Bankeya Zîraatê ew dewrî Wezareta Parastina Netewî kir û ji wê rojê heta niha terkî vî halê xwe hatiye kirin û bê eleqe maye.