'Ocalan çavkaniya birdoziya azadiya jinê ye'

  • rojane
  • 09:30 13 Kanûn 2017
  • |
img

MÊRSÎN - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Dixwazin bi tecrîdê têkiliya jinê û Rêbertiya jinê qut bikin. Jina kurd Ocalan wekî çavkaniya birdoziya azadiya jinê dibîne. Lê dixwazin vê têkiliyê Ocalan û jinê qut bikinn. heke ji bo aştî û demokrasiyê peyv bê gotin, ev sekna li dijî tecrîdê pêkan e." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di girtîgeheke sergirtî ya ewlehiya bilind de tê girtin û ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi parêzeran re hevdîtin pêk neaniye. Ji 11'ê Îlona 2016'an re bi hincetên cuda nahêlin malbat hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin. Yên herî zêde li dijî tecrîda li ser Ocalan derdikevin û azadiya Ocalan dixwazin, jin in. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiçiç Koçyîgît ev xwestek û têkoşîna jinan nirxand.
 
‘TU KESÎ QASÎ OCALAN RASTÎ KÛR NEKIR’
 
Koçyîgît aşkera kir ku der barê birdoziya azadiya jinê, paradîgma û zayendê de, tenê Ocalan mijar kûr girtiye dest, da zanîn ku Ocalan pirsgirêka jinê bi her awayî girtiye dest û li gel vê alternatîf jî daniye holê.
 
Koçyîgît diyar kir ku Ocalan meseleya azadiya jinê di navenda paradîgmayê de bi cih kiriye û wiha got: "Gelek partî birdoziya jinê û azadiya jinê esas digire, her çendî bêjin ku têkoşîna jinê di her qadê de divê cih bigire jî, lê tenê Ocalan piştrast kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe û azadiya jinê di serê hemû meleselyan de derxist pêş, ji bo vê rastî danî pêşiya civakê."
 
‘AZADIYA JINÊ LI SER HEMÛ TIŞTÎ RE YE’
 
Koçyîgît gotinên Ocalan ên wekî "Me herî zêde li ku winda kiriye, divê em li cihê me winda kirî em lê bigerin" bi bîr xist û wiha axivî: "Yanî cara ewil civakê li ku winda kir. Roja ku jin kirin kole wê demê winda kir. Gelê kurd çawa xwe ji tunebûnê hebûn kir û bû gel, têkoşîn anî vê merheleyê, ya rast meseleya azadiya jinê jî wiha ye. Dema Ocalan bal kişand ser meseleya jinê û xwest jin bên gel hev, piştre fikrên jinê derketin pêş di qada civakî de baskên jinan, meclis û komîsyonên jinan hatin avakirin. Herî dawî ev hêj zêdetir hat berfirehkirin û bi pergala hevserokatiyê teşe girt. Yanî jin ne azad be, hemû qad ne azad in, di jiyanê de tu tişt ne azad e. Civak ne azad e, pergal ne azad e. Heke pergaleke azadîxwaz tune be, kes nikare qala azadiyê bike. Ji ber wê Birêz Ocalan aşkera kir ku divê berî her tiştî jin ji kolekirinê bê rizgarkirin û rizgariya jinê pêk bê."
 
JINAN RÊ DAN NÎŞAN
 
Koçyîgît ji derveyê vê nirxandinê, li ser girîngiya ku Ocalan dide jinê jî rawestiya û piştrast kir ku Ocalan di "pêvajoya çareseriyê" de bi israr li ser meseleya jinê rawestiya ye û xwestiye ku jin di heyeta hevdîtinê de cih bigire û xwe di qada siyasetê de bi rêya kongreyê bi rêxistin bike.
 
Koçyîgît destnîşan kir ku bi taybetî pêşniyara Ocalan a ji bo kongreyê di jinan de coşeke bêhempa çêkiriye û wiha pê de çû: "Me wê demê ev hewldan ji bo roja îro çiqasî girîng e, me bi zelalî dît."
 
'HER DEM LI SER RÊXISTINKIRINA XWESER DISEKINÎ'
 
Li gorî Koçyîgît jî meseleya bingehîn ew e divê jin xwe bi rêxistin bike û hebûna xwe biparêze, di vê der barê de ev tişt got: "Di şertên şer de be jî divê jin taybetmendiya xwe û rêxistinkirina xwe ava bike. Divê gotina xwe bi xwe bêje. Divê ev pergala di nava hemû tevgeran de bê avakirin. Ya rast Birêz Ocalan piştrast kiriye ku divê di jinê de ruhekî kolektîf derkeve holê û vê yekê bi jinan dide nasîn."
 
'ŞOREŞEK BI NÊRÎNA JINÊ TÊ HÛNANDIN'
 
Koçyîgît destnîşan kir ku bi milyonan kes îro bi paradîgmaya Ocalan xwe bi rêve dibin, vê paradîgmayê xwe bi şoreşekê gurç û pêç kiriye û piştrast kir ku şoreşa li Rojava bi pêş dikeve, bi nêrîna jinê roj bi roj tê hûnandin.
 
Koçyîgît da zanîn ku paradîgmaya Ocalan li Rojava dibe guşt û hestî û wiha dewam kir: "Dema em li şoreşa jinê mêze dikin em dibînin ku di her astê de jin têde hene. Kedkar, gundî, ciwan, pîr, dayik, şervan û hwd. Ji hemû beşên civakan jin xwe di nava vê şoreşê de dibînin û tev li şoreşê dibin. Ev pergal di çarçoveya azadiya jinê de teşe digire. Paradîgmaya Ocalan ne tenê li ser pirsgirêka gelê kurd û pirsgirêka jina kurd disekine. Hemû gelên li Rojhilata Navîn vê paradîgmayê esas digirin. Gel çiqasî ji vê pergalê kêfxwşin, em bi çavê xwe dît û pêre şahidî kir."
 
‘ÇAVKANIYA BIRDIZIYA JINA KURD RÊBERTIYA WÊ YE’
 
Koçyîgît, bal kişand ser hezkirina jinên kurd a der barê Ocalan de jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema behsa Birêz Ocalan tê kirin, birdoziya Ocalan a azadiya jinê esas digire û jinê ji koletiyê rizgar dike derdikeve pêş. Di civakê tevahî de ev rastî tê dîtin. Ji bo jina kurd, rola Birêz Ocalan dîrokî ye. Ev bi gotinê nayê îfadekirin. Kolekî bifikirin û bi salan piştî di zindanê de maye û piştre rojê dibîne. Tu hevdîtinên wî bi derve re çênebûne. Têkiliya wî ji hemû cîhanê hatiye qutkirin û dem tê rojê dibîne. Careke din wî/ê bi jiyanê ve girêdide. Ji bo gelê kurd û jina kurd mesele ew qas girîng e."
 
Koçyîgît diyar kir ku ji ber wê azadî,t tenduristî û ewlehiya Ocalan ew qasî girîng e û piştrast kir ku heta Ocalan azad nebe, dê jinên kurd jî tu carî azadiyê hîs nekin.
 
'TENÊ OCALAN DIKARE AŞTIYÊ BÎNE'
 
Koçyîgît anî ziman ku girêdana bi Ocalan re ne tenê ev e, di heman demê de dildariya wî ya ji bo aştiyê ye jî û axaftina xwe wiha dewam kir: "Divê têkiliya di navbera aştî û jinê de baş bê xwendin. Jin li dijî şer e, di heman demê de dijî şidetê ye. Aştiyê tiştekî pêwîst dibîne. Şer travmaya herî mezin û encamên gelek xirab bi xwe re tîne. Di vê çarçoveyê de jinên kurd ji bo Birêz Ocalan mîsyonek diyar kirine. Ji ber ku bi rastî jî gotinên wî yên aştiyê û rêya aştiyê ya xêz kiriye, dê vî welatî bigihîne aştiyeke rasteqîn. Jinên kurd û gelek dostên tirkiyeyî di vir de heqê Birêz Ocalan teslîm dikin, ji bo aştiyê tê dikoşin."
 
'HETA ÎMRALÎ AZAD NEBE, EM DI GIRTÎGEHA SERVEKIRÎ DE NE'
 
Koçyîgît derbirî ji ber ku Ocalan xwedî vê mîsyonê ye, tecrîdeke giran li ser Ocalan tê meşandin û aşkera kir ku heta azadiya Ocalan pêk neyê dê yên li derve xwe azad hîs nekn.
 
Koçyîgît anî ziman ku ew jî di girtîgeheke servekirî de ne û li dijî tecrîdê dengê xwe dernexistine, gotinên xwe negotine, heta wiha dewam bike dê koletiya li ser wan kûr bibe û wiha dewam kir: "Bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê re, şertên azadiya Tirkiyeyê, şertên demokrasiyê bi nava hev ketine. Heta hevdîtin bi Îmraliyê re pêk neyê, tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan pêk neyê, dê li Tiriyeyê qala wekhevî, azadî û aştiyê neyê kirin."
 
'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎDÊ RAWESTIN'
 
Koçyîgît piştrast kir ku piştî deriyê Îmraliyê bê vekirin, wê demê dikarin qala demokrasî, azadî û wekheviyê bikin, berovajiyê wê, dê her roja ku derbas bibe, dê pergala faşîzmê kûrtir bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke ji bo azadî, aştî û demokrasiyê peyvek bê gotin, ev bi sekna li dijî pergala tecrîdê pêkan e. Divê tecrîd bê şikandin. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşînek bingehîn heye."
 
MA / Bêrîvan Altan -Nurhan Kuzu
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/12/2017
10:45 Ji bo jiyanek aram bila meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL
10:33 Kujerê Kemal Kurkut sibê derdikeve pêşberî darazê
10:25 ‘Ocalan ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn di yekîtiyê de israr dike'
10:01 Gundî di demsala zivistanê de bê av in
10:00 Leşkeran rê girt têkilî qut bû
09:40 Yekane hosteya jin a taxê: Nesîbe Curga
09:40 Derewek ji derewên AA, ÎHA û DHA'yê
09:39 Ji meclîsê têkildarî kelepçekirinê bersiva balkêş
09:38 16 cenazeyên li Cizîrê hêj winda ne
09:37 Binpêkirina mafan li Girtîgeha Xarpêtê zêde dibe
09:36 Ziya Pir: Rizandineke heye
09:34 Girtiyên Xarpêtê 42 roj di greva birçîbûnê de ne
09:33 5 fîlmên kurdî xelat wergirtin
09:33 'Êdî tu tahma hesinkariyê jî nema'
09:32 Fabrîkaya dîrokî kirine warê tiryakêşan
09:31 Bi awazên stranan nanê tendûrê dipihêtin
09:30 'Ocalan çavkaniya birdoziya azadiya jinê ye'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2017'AN
08:36 Li Zonguldakê hezan: Karkerek mir
12/12/2017
20:55 Du cenaze anîn Nexweşxaneya Qoserê
18:49 Hemû welatiyên gund binçavkirin
18:21 Muslîm: Hêj gelek gundên Himûs Hama û Îdlibê di destê DAIŞ'ê de ne
18:00 Ji bo îdîanameyê pere ji girtiyan xwestin
17:25 Bi hezaran karkeran dest ji kar berdan
16:48 14 kesên li Qamişlo hatin kuştin li Amedê bibîr anîn
16:34 4 kes bi îxbara nediyar hatin girtin
16:17 DAIŞ’ê li Rihayê hevsera xwe birîndar kir serbest e
15:48 Li Misirc û Êlihê bi dehan kes hatin binçavkirin
15:04 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
15:03 Xizmên girtiyan: Em agahiyan ji girtîyên Xerpêtê nagirin
14:33 Li Kolana Yukselê dîsa êrîş kirin: 5 kes binçav kirin
14:27 Rapora TJA: Girtîgeh bûne kampên dîlgirtinê
14:22 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
14:14 Doza Manîsayê: Zimanê min kurdî ye û welatê min Kurdistan e
13:29 Dozger li Platforma 1HaberVarê lêpirsîn vekir
12:43 Kirman a Îranê bi erdhejeke dijwar hejiya
12:38 Kiliç 30 rojin di çalakiyê de ye
12:20 Ozsokmenler: Ji pêşketina demokrasiya herêmî tirsiyan
12:19 Hevserokê HDP'ê yê berê hat girtin
11:54 Parlamenter Zeydan dê sibê derxin danişînê
11:50 'Divê kes jenosîda li Şengalê ji bîr neke'
11:39 Parêzerên Ocalan cara 712'an xwestin biçin Îmraliyê
11:17 Nivîskar Ozkan: Berteka Erdogan ji bo hilbijartinê ye
10:52 'Walî soz da lê nekir'
10:51 Ji ber girtina riyên gund nikarin sewalkariyê bikin
10:50 Revandina mirovan li paytexta Tirkiyeyê didome
10:36 Bêkes hêj nizane bavê wî jiyana xwe ji dest daye
10:11 Bav: Yên kurê min kuştin li derve kêfa xwe dikin
09:45 Dîroka penêr di vê muzeyê de ye: Muzeya Zavot Eko
09:44 Lord Glasman: Têkoşîna li Rojavayê mûcîzeya serdema me ye
09:42 Polîsan li Esnafê Cizîrê bicihkirina kamerayan ferz kir
09:34 Kincên wan nedan wan û sirgûn kirin
09:33 Vê carê jî qeyûm çav berda Bît Bazariyê
09:32 Masîvan: Em tên mexdûrkirin
09:32 'Heke mewzûata îskeleyê bê guhertin, wê cinayetên karî kêm bibin'
09:19 Çavê hawirdorparêzan li biryara Şûraya Dewletê ye
09:18 'Ocalan, bîrdoziya rizgariyê ya jinê dike'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2017'AN
11/12/2017
18:58 Li Silêmaniyeyê erdhejeke şideta wê 6.0 pêk hat
16:22 Li New Yorkê teqîn
15:52 Danişîna doza Reina dest pê kir
15:10 Îfadeyan rastî derxist holê: Tu tevdîr nehatiye girtin
14:54 Freemuse ji bo Ferhat Tunç kampanya îmzeyan da destpêkirin
14:41 Qedexeya derketina derve ya li gundan bi dawî bû
14:38 Qeyûm çawa hatin dê wisa biçin
14:32 Ji bo Gulmen û Ozakça bang li Komîsyona OHAL’ê kirin
14:30 Di roja 398'an de li Yukselê 3 kes binçav kirin
14:11 Pûtîn ferman da ku leşkerên rûsî ji Sûriyê vekişin
14:08 'Gumanek mezin Mossadê cenazeyê Haci Birlik kaşkirine'
13:08 Parlamenterê HDP’ê Zeydan anîn Xarpêtê
13:07 DBP'ê rapora qeyûmê aşkere kir: AKP kurdên bêrêveber dixwaze
12:22 Doza ku 138 HDP’î tên darizandin piştî 2 salan dest pê kir
11:57 Dozger ji Altan ên bira û Ilicak re cezayê muebeta girankirî xwestin
11:08 Karkerê ku hesin li serê wî ket mir
11:04 Siyasetmedara Firansî Rojava cihê jînkirina xeyalan e
10:59 Walî 12 gund û 3 taxên Bedlîsê qedexe kir
10:42 Li Şirnexê teqîn: Leşkerek mir
10:36 Malbatên Roboskê: Serokê Meclisê jî guleyek berda edaletê
10:16 Foza: Dê Erdogan li dadgehên navneteweyî bê darizandin
10:15 'Qedexeya' li Nisêbînê li taxên cuda dewam dike
10:09 Dîrektora HRW’ê ya Tirkiyeyê Webb: Sicîla Tirkiyeyê xerab e
10:08 Yaşli: Êrîşeke li dijî Efrînê dê krîza bi DYA'yê re kûr bike
09:49 Bîlgen: Li şûna Trump divê meclîs bê şermezarkirin
09:45 Saçilik: Ji bo jiyaneke azad divê em bi hev re deng derxînin
09:44 Zarokên Komeleya Sarmaşikê alîkariya wan dikir niha bê kes in
09:42 Dadwer parvekirinên der barê Sûr û Cizîrê de wek 'huriyeta îfadeyê' esas negirt
09:23 'Wê bi pergala 'navbeynkariyê' nehêlin jin dengê xwe jî derxîne'
09:23 Koçyîgît: Rojeva sereke ya kongreyê eniya demokrasiyê ye
09:22 Keskîn: Em bi wêrekî têbikoşin
09:21 Dozger pêdivî bi lêpirsîna kujerê Şehrîbanê nedît
09:17 Xwarina 10 kesan didin 24 kesan
09:15 Zeytûnvan ji debara îsal ne kêfxweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2017'A
10/12/2017
17:30 Dadgeha Îranê jina kurd bi 50 qamçî ceza kir
17:10 Polîsan wêneyê di mala şînê de bi zorê peya kir
17:02 Paylan: Agirê têkoşînê bi inat bilind dibe
16:43 Bila heqê herî kêm 2 hezar û 300 TL be
16:40 Parazvanên jiyanê çûn serdana Hevselê
16:23 Beştaş wêneyên wekîlên girtî parve kir, lêpirsîn lê hat vekirin
16:20 Sewalhez daketin kolanan