ZONGULDAK – Li kana madenê ya girêdayî Miduriyeta Muessese ya Karadon a Saziya Taşkomuru ya Tirkiyeyê (TTK) ya Zonguldakê hezan rû da û karkerê 46 salî Fevzî Derelî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê Kana madenê ya girêdayî Miduriyeta Muessese ya Karadon a Saziya Taşkomuru ya Tirkiyeyê (TTK) hezanê pêk hat. Saet di 03.00’an de hezan qewimî û karkerê bi navê Fevzî Derelî (46) salî asê ma. Derelî yê ji aliyê hevalê xwe karker ve ji bin hezanê hat derxistin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Derelî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk a Zonguldakê.