SÊRT – Leşkeran bi sir gundê Bêlekê yê Misircê de girt û tevahiya welatiyan binçavkir. Tenê pîra 100 salî di malê de hiştin. Kesên leşkeran ew li malê nedît, polîsan bi ser malên wan ên li bajar de girt û we binçav kirin.
Leşkeran serê sibê bi ser gundê Bêlekê yê girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê de girt û hemû welatiyên li gund binçavkirin. Kesên ku leşkeran bi ser malên wan de girt û ne li malê bûn, polîsan bi ser malên wan ên bajar de girt û li bajar binçav kirin. Polîsan li taxa Cûdî ya Êlihê bi ser gelek malbatên ji heman gundî girtin. Di serde girtina malan de bi dehan kes hatin binçavkirin. Dîsa li Sêrtê ji bi ser malên gundiyên Bêlekê yên li nava bajar de girtin.
Welatiyen gund ên li bajar dijîn û nehatin binçavkirin diyar kirin ku gundê wan di salên 90’an de dîsa hatibû velakirin û wiha gotin: "Tenê rêyek diçe gund. 20 kîlometre li ser rêya gund qereqol heye. Welatî di 10 salên dawi de vegeriyan gundên xwe. Welatiyen vegeriyan gund çotkarî û çandiniyên xwe dikin û bi çandiniyê debara xwe dikin. Gund ji 80 malan pêk tê û piraniya wan vala ne. Tenê li 15 malan dijîn. Leşkeran dema bi ser gund de girt, li malên vala jî geriyan.
Leşkeran dema b ser gund de girt, hin kes ne limalên xwe yên gund bûn. Li ser vê yekê polîsan bi ser malên wan ên Sêrt û Êlihê de girtin. Ajakarê otobusê ku ne li mala xwe gund û bajar bû, leşker ji qereqolê bi telefonê li wî geriyan û xwest biçe îfade bide. Welatiyê çû qereqolê hat binçavkirin. 13 kesên hatin binçavkirin û birin Fermandariya Qereqolan a Cendirmeyan wiha ne: “Halil Vural, Ahmet Vural, Hasan Huseyin Vural, Azedin Vural, Dikran Vural, Ramazan Vural, Hasan Vural, Îzzet Yoksu, Ebedîn Ozne, Aledin Ozne, Çelik Ata, Şemsettin Balik, Vasfettin Koç”
Hat zanîn ku 13 kes bi îdiaya "Alîkari dane rêxistinê" hatin binçavkirin.