Muslîm: Hêj gelek gundên Himûs Hama û Îdlibê di destê DAIŞ'ê de ne

  • rojane
  • 18:21 12 Kanûn 2017
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Dîplimasiyê ya Federasyona Bakurê Sûriyê Salih Muslim, têkildarî geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Sûriye pêş dikevin diyar kir ku li Sûriye û Rojhilata Navîn pêvajoyek nû dest pê dike û wiha got: "DAIŞ hêj xelas nebûye. Hêj gelek gundên Himûs, Hama û Idlibê di destê DAIŞ'ê dene. Şer zû bi zû xelas nabe." 
 
Berpirsê Dîplimasiyê ya Federasyona Bakurê Sûriyê Salih Muslim, li ser mijarên têkiliyên navbera Tirkiye û Îran, civînên Cenevre û Soçiyê, serdana Pûtin a li Sûrî, Misir û Tirkiyeyê, krîza Filîstîn Qudsê her wiha çekên ji QSDê re tê şandin de li Aryen Tv'yê tevlî bultena Aktuel Kurmanciyê bû. 
 
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn duh ewil li Sûriyê bi Esad re, paşê li Qahîreyê bi Sîsî re û herî dawî li Enqereyê bi Erdogan re hevdîtin pêk anî. Pûtîn beriya bi Erdogan re bicive talîmata vekişîna hezên Rûsî yên ji Sûriyê da. Salih Muslim li ser pirsa derbarê vê mijarê de wiha axivî: "Li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê pêvajoyeke nû destpê dike. Bêguman serdanên Pûrîn jî di çarçoveya vê de pêk hat. Bêyî ragihandina pilansaziyeke fermî Pûtîn hat Sûriyeyê û bi Esad re hevdîtin pêk anî. Ziyarate Misirê jî di rojevê de nebû. Diyar e ku xwestiye beriya Erdogan de van hevdîtinan bike. Piştî hevdîtina bi Esad re biryara vekişîna leşkerên Rûsî da. Her wiha bi Serokomarê Misrê Sîsî ku dijberê polîtîkayên Erdogan e re hevdîtin pêk anî.
 
ŞER ZÛTIR XELAS NABE
 
Wisa tê gotin ku bi biryara Pûtîn şerê li Sûriyê dawî bûye. Bêguman rastî ne wiha ye û şer hêjî dewam dike. Dibe ku navenda bajarên destê DAIŞê de hatibe rizgarkirin. DAIŞ hêza xwe winda kiriye. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ dawî bûye. DAIŞ hêjî li Himus, Hama û Îdlîbê gelek gund destê DAIŞê de ye û hêjî êriş pêk tînin. Ji xeta Cizîrê heta Dêra Zorê DAIŞ hatiye paqijkirin. 
 
LEŞKERÊN RÛSYAYÊ NAXWAZIN ŞERÊ NÛ DE CIH BIGRIN
 
Leşkerên Rûsyayê piştî vekişînê cihê xwe dewrê ti hêzî nakin. Ji ber ku leşkerên Îranê û Tirkiyeyê ji xwe li Sûriyeyê bi cî bûne. Rûsya dixwaze babetê şer biguherîne. Ji ber ku beriya niha DAIŞ hebû û her alî wan çeteyan weke terorîst didît. Lêbelê niha mîsal Îran û rejîma Baas her wiha Amerîka her çiqas El Nûsrayê weke terorîst bibînin jî Tirkiye wisa nabîne. Ji ber van gemarên heyî Rûsya di serdema nû de şêwazê hebûna xwe ya li Sûrî diguherîne.
 
Ya ku dixwiyê navbera Rûsya û Îranê de gelek nakokî hene. Dibe ku di dema dawî de Îran hejmara leşkerên xwe yên li herêmê zêdetir bike. Di nava vê rewşa tevlihev de aliyê Rûs dixwaze hinekî bandora xwe kêm bike û naxwaze leşkerên xwe bikin perçeyek vê şerê.´´
 
RÛSYA Û AMERÎKA LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE ŞERÊ RADIWESTÎNIN
 
Salih Muslim derbarê destpêkirina pêvajoya siyasî ya li Sûriyê de jî çend niexandinan kir û wiha got: Biryara dawîkirina şerê an destpêkirina pêvajoya siyasî li Vîetnamê ji hêla Trûmp û Pûtîn ve hatibû girtin. Bêguman ev hêzên navneteweyî dixwazin li gorî berjewendiyên xwe şer dawî bibe. Lêbelê ji leşkerên Kazakîstanê bigre heta gelek çeteyên girêdayî dewleta Tirk û Îranê niha di nav xaka Sûrî de cih bûne. Pirsgirêk hêzên navneteweyî na, hêzên herêmî ne. Yanê Tirkiye û Îran e. Ev hêzana jî naxwazin şer biqede. Li gorî me di serdema nû de wekê şerê li dijî DAIŞê nebe jî, wê bi şêwazeke nû şer dewam bike.
 
Muslim di serdema nû de girînbûna civînên Cenevre û Soçiyê wiha berdewam kir: " Sîstema ku me afirandiye gelek şefaf û vekiriye. Heta bêjî li gorî rêgezên demokrasiyê ve hatiye avakirin. Ji bo krîza li Sûriyê ji xeynî vê ti alî projeyeke dernexistiye holê. Hemû proveke û derewên ku derbarê sîstema federalî de tê gotin yekser derdikeve holê. Gelek şande tên vir, serdanan dikin û her tiştî bi çavê xwe dibînin. Bêguman wê bandora vê yekê jî derkeve holê. Him li Soçiyê, him jî li Cenevreyê hemû hêzên navneteweyê wê van pêşketinan bibînin. Hêviya me jî ew e ku îredeya derketiye holê qebûl bikin û nas bikin. Ji bo avakirina demokrasiyê hêz pêwist e. Bêguman ji bo parastina demokrasiyê û di pratîkê de cih bigre jî pêwistiya vê yekê heye.  Em hêzdar in û hêza me têra parastina serkeftiyan jî dike. Belê her çiqas girîngbûna Cenevreyê li holê bibe jî, heta niha bêencam mane. Me sedemên vê jî beriya niha yek bi yek anîbû ziman.
 
ÇEKÊN QSD"Ê Û HEVKARIYA BI KOLÎSYONÊ RE
 
Çekşandina ji QSDê re ku heta ji hêla dewleta Tirk ve bi awayeke nexêrxwazî hate ajîtîfe kirin û ji bo reşkirina hêzên Kurd hat bikaranîn de 
Salih Muslim der barê nêzîkatiya Tirkiye ya li dijî kurdan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk ji ber dijminahiya li hemberî gelê Kurd, ji bo bûyer û realîteyan çewt nîşan bide û vê mijarê weke arguman ji xwe re bikar tîne. Lêbelê rastî ne wiha ye. Ji ber ku DAIŞ hêjî xelas nebûye û şer dewam dike. Ew komên ku bajarên Ewropayê tehdît dikirin û li wan deran êriş pêk dianîn hêjî hene. 
 
Amerîka jî vê yekê dibêje. Dema şer dawî bû û komên çete bi temamî hat paqijkirin wû şandina çekan jî rawestînin. Yên ji me re hatiye gotin ev e. Di vê çarçoveyê de hevkariya me ya bi hêzên koalîsyonê re wê dewam bike. Lê yê duxuyê ew e ku dewleta Tirk wê derew û durûtiya xwe ya li ser vê mijarê bidomîne.
 
JI BO QUDSÊ Û KERKÛKÊ MODELA ROJAVA
 
Ji bo jiyana bi hev re, ji bo wekhevî û azadiyê modela Rojava gelek serkeftî ye. Bêguman ev model xwe dispêre fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan. Ev model ne tenê ji bo Rojava û Kurda, ji bo hemû Rojhilata Navîn û hemû netewan e. Bajarê Qudsê ciheke dîrokî ye. Ji bo Misilman, Cihû û Xirîstiyanan bajareke pîroz e. Di modela me de çiqas ol netewe hebe dikarin bi awayekî serbixwe û azad xwe temsîl bikin û mafê xwe biparêzin. Di vê çarçoveyê de ne tenê ji bo Qudsê ji bo Kerkûk û Mûsilê jî eger modela Rojava were tercîhkirin wê aştî û aramî ava bibe." 

Sernavên din

13/12/2017
10:45 Ji bo jiyanek aram bila meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL
10:33 Kujerê Kemal Kurkut sibê derdikeve pêşberî darazê
10:25 ‘Ocalan ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn di yekîtiyê de israr dike'
10:01 Gundî di demsala zivistanê de bê av in
10:00 Leşkeran rê girt têkilî qut bû
09:40 Yekane hosteya jin a taxê: Nesîbe Curga
09:40 Derewek ji derewên AA, ÎHA û DHA'yê
09:39 Ji meclîsê têkildarî kelepçekirinê bersiva balkêş
09:38 16 cenazeyên li Cizîrê hêj winda ne
09:37 Binpêkirina mafan li Girtîgeha Xarpêtê zêde dibe
09:36 Ziya Pir: Rizandineke heye
09:34 Girtiyên Xarpêtê 42 roj di greva birçîbûnê de ne
09:33 5 fîlmên kurdî xelat wergirtin
09:33 'Êdî tu tahma hesinkariyê jî nema'
09:32 Fabrîkaya dîrokî kirine warê tiryakêşan
09:31 Bi awazên stranan nanê tendûrê dipihêtin
09:30 'Ocalan çavkaniya birdoziya azadiya jinê ye'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2017'AN
08:36 Li Zonguldakê hezan: Karkerek mir
12/12/2017
20:55 Du cenaze anîn Nexweşxaneya Qoserê
18:49 Hemû welatiyên gund binçavkirin
18:21 Muslîm: Hêj gelek gundên Himûs Hama û Îdlibê di destê DAIŞ'ê de ne
18:00 Ji bo îdîanameyê pere ji girtiyan xwestin
17:25 Bi hezaran karkeran dest ji kar berdan
16:48 14 kesên li Qamişlo hatin kuştin li Amedê bibîr anîn
16:34 4 kes bi îxbara nediyar hatin girtin
16:17 DAIŞ’ê li Rihayê hevsera xwe birîndar kir serbest e
15:48 Li Misirc û Êlihê bi dehan kes hatin binçavkirin
15:04 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
15:03 Xizmên girtiyan: Em agahiyan ji girtîyên Xerpêtê nagirin
14:33 Li Kolana Yukselê dîsa êrîş kirin: 5 kes binçav kirin
14:27 Rapora TJA: Girtîgeh bûne kampên dîlgirtinê
14:22 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
14:14 Doza Manîsayê: Zimanê min kurdî ye û welatê min Kurdistan e
13:29 Dozger li Platforma 1HaberVarê lêpirsîn vekir
12:43 Kirman a Îranê bi erdhejeke dijwar hejiya
12:38 Kiliç 30 rojin di çalakiyê de ye
12:20 Ozsokmenler: Ji pêşketina demokrasiya herêmî tirsiyan
12:19 Hevserokê HDP'ê yê berê hat girtin
11:54 Parlamenter Zeydan dê sibê derxin danişînê
11:50 'Divê kes jenosîda li Şengalê ji bîr neke'
11:39 Parêzerên Ocalan cara 712'an xwestin biçin Îmraliyê
11:17 Nivîskar Ozkan: Berteka Erdogan ji bo hilbijartinê ye
10:52 'Walî soz da lê nekir'
10:51 Ji ber girtina riyên gund nikarin sewalkariyê bikin
10:50 Revandina mirovan li paytexta Tirkiyeyê didome
10:36 Bêkes hêj nizane bavê wî jiyana xwe ji dest daye
10:11 Bav: Yên kurê min kuştin li derve kêfa xwe dikin
09:45 Dîroka penêr di vê muzeyê de ye: Muzeya Zavot Eko
09:44 Lord Glasman: Têkoşîna li Rojavayê mûcîzeya serdema me ye
09:42 Polîsan li Esnafê Cizîrê bicihkirina kamerayan ferz kir
09:34 Kincên wan nedan wan û sirgûn kirin
09:33 Vê carê jî qeyûm çav berda Bît Bazariyê
09:32 Masîvan: Em tên mexdûrkirin
09:32 'Heke mewzûata îskeleyê bê guhertin, wê cinayetên karî kêm bibin'
09:19 Çavê hawirdorparêzan li biryara Şûraya Dewletê ye
09:18 'Ocalan, bîrdoziya rizgariyê ya jinê dike'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2017'AN
11/12/2017
18:58 Li Silêmaniyeyê erdhejeke şideta wê 6.0 pêk hat
16:22 Li New Yorkê teqîn
15:52 Danişîna doza Reina dest pê kir
15:10 Îfadeyan rastî derxist holê: Tu tevdîr nehatiye girtin
14:54 Freemuse ji bo Ferhat Tunç kampanya îmzeyan da destpêkirin
14:41 Qedexeya derketina derve ya li gundan bi dawî bû
14:38 Qeyûm çawa hatin dê wisa biçin
14:32 Ji bo Gulmen û Ozakça bang li Komîsyona OHAL’ê kirin
14:30 Di roja 398'an de li Yukselê 3 kes binçav kirin
14:11 Pûtîn ferman da ku leşkerên rûsî ji Sûriyê vekişin
14:08 'Gumanek mezin Mossadê cenazeyê Haci Birlik kaşkirine'
13:08 Parlamenterê HDP’ê Zeydan anîn Xarpêtê
13:07 DBP'ê rapora qeyûmê aşkere kir: AKP kurdên bêrêveber dixwaze
12:22 Doza ku 138 HDP’î tên darizandin piştî 2 salan dest pê kir
11:57 Dozger ji Altan ên bira û Ilicak re cezayê muebeta girankirî xwestin
11:08 Karkerê ku hesin li serê wî ket mir
11:04 Siyasetmedara Firansî Rojava cihê jînkirina xeyalan e
10:59 Walî 12 gund û 3 taxên Bedlîsê qedexe kir
10:42 Li Şirnexê teqîn: Leşkerek mir
10:36 Malbatên Roboskê: Serokê Meclisê jî guleyek berda edaletê
10:16 Foza: Dê Erdogan li dadgehên navneteweyî bê darizandin
10:15 'Qedexeya' li Nisêbînê li taxên cuda dewam dike
10:09 Dîrektora HRW’ê ya Tirkiyeyê Webb: Sicîla Tirkiyeyê xerab e
10:08 Yaşli: Êrîşeke li dijî Efrînê dê krîza bi DYA'yê re kûr bike
09:49 Bîlgen: Li şûna Trump divê meclîs bê şermezarkirin
09:45 Saçilik: Ji bo jiyaneke azad divê em bi hev re deng derxînin
09:44 Zarokên Komeleya Sarmaşikê alîkariya wan dikir niha bê kes in
09:42 Dadwer parvekirinên der barê Sûr û Cizîrê de wek 'huriyeta îfadeyê' esas negirt
09:23 'Wê bi pergala 'navbeynkariyê' nehêlin jin dengê xwe jî derxîne'
09:23 Koçyîgît: Rojeva sereke ya kongreyê eniya demokrasiyê ye
09:22 Keskîn: Em bi wêrekî têbikoşin
09:21 Dozger pêdivî bi lêpirsîna kujerê Şehrîbanê nedît
09:17 Xwarina 10 kesan didin 24 kesan
09:15 Zeytûnvan ji debara îsal ne kêfxweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2017'A
10/12/2017
17:30 Dadgeha Îranê jina kurd bi 50 qamçî ceza kir
17:10 Polîsan wêneyê di mala şînê de bi zorê peya kir
17:02 Paylan: Agirê têkoşînê bi inat bilind dibe
16:43 Bila heqê herî kêm 2 hezar û 300 TL be
16:40 Parazvanên jiyanê çûn serdana Hevselê
16:23 Beştaş wêneyên wekîlên girtî parve kir, lêpirsîn lê hat vekirin
16:20 Sewalhez daketin kolanan