AMED - Înîsiyatifa Çand û Perwerdehiyê ya Nûjiyanê 14 kesên 37 sal berê li Qamişlo hatin kuştin bibîr anî.
Înîsiyatifa Çand û Perwerdehiyê ya Nûjiyanê 14 kesên 37 sal berê li Qamişlo hatin kuştin, li Amedê bibîr anî. Di 12'ê kanûna 1980'an de di operasyona li dijî Tevgera Kawa ya li Sûriye û Tirkiye de 14 kes hatibûn kuştin. Înîsiyatifa Çand û Perwerdehiyê ya Nûjiyanê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) ya Yenişehirê ya Amedê bibîr anîn. Li salona bîraninê kesên jiyana xwe ji dest dabû wêneyên wan hatin daliqandin. Nûnerê Platforma Yekîtiya Kurdistan (PYK) Haci Dere, diyar kir ku wan hevalên xwe ji bîr nekirine û doza wan berdewam dikin. Li ser navê Înîsiyatifa Çand û Perwerdehiyê ya Nujiyan Hidir Yigircik diyar kir ku ew ji fikr û sekna xwe tawîz nadin.
Bîranîn bi axaftinan bi dawî bû.