ÎZMÎR – Li navçeya Buca ya Îzmirê 4 kes bi îxbara nediyar hatin girtin. 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Polîsan li Navçeya Buca ya Îzmirê di 28'ê Mijdarê de li ser îxbara "Li malê endamekî PKK'ê heye" bi ser mala T. de girtin û Sinan Durmaz ê kirika xwe jê kir û 6 kes hatin binçavkirin. Dûrman rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyfi Demirsoy ya Bûcayê. Ji wir jî şandin Şaxa TEM'ê. 6 kesên 14 rojan di bin çavan de man sewqî dadgehê kirin. Dadgehê Sinan Durmaz û 3 kesên navên wan nehat zanîn bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne" girtin û şandin girtîgehê. 2 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.