RIHA - Ahmet Koyuncu, piştî tev li DAIŞê bû, dîsa vegeriya malê û hevsera xwe Hanim Koyuncu kêr kir, lê hêj nehatiye girtin. Hanim Koyuncu ku alîkarî xwest hêj bersîv negirtiye. Birayê Hanim Alî Bucak, diyar kir ku Ahmet Koyuncu di salên borî de tev li DAÎŞ’ê bû demek şûnde vegeriya û xwişka wî birindar kir.
Endamê DAIŞ'ê Ahmet Koyuncu yê 40 salî di 8'ê Kanûnê de li taxa Konuklu ya Navçeya Haliliyê Hevsera xwe Hanım Koyuncu ya 35 salî kêr kir û reviya. Hanım Koyuncu, piştî birîndar bû, cîranan ew rakir nexweşxaneyê. Dermankirina Hanim Koyuncu li Nexweşxaneya Lêklîn û Perwerdehiyê ya Rihayê berdewam dike. Birayê Hanim Koyuncu Alî Bucak, bertek nîşanî êrîşa li dijî xwişka xwe da û wiha got: "5 roj di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj Ahmet Koyuncu nehatiye binçavkirin. Hêj daxwazên xwişka min Hanim nehatiye bersivandin.
'BI PLAN ÊRÎŞ KIRIN
Bucak, anî ziman ku berê êrîş hatibû plankirin û wiha got: “Ev êrîş bi zanebûn û plankirî hat kirin. Di saetên nimêşa înê ya xutbê de hat kirin. Kêra ku bê xwişka min birîndar kir bi xwe re bir. Dema xwişka min cil radixistin xwest stuyê wê jêke. Xwişka min ji bo xwe ji destê wî xelas bike xwe xist halê mirinê. Ger ku ne wisa bûye dê ew kuştibûya. Piştî êrîşê dest û ruyê xwe dişo û ji malê derdikeve.
TEV LI DAÎŞÊ BÛ HAT MALÊ HEVSERA XWE BIRÎNDAR KIR Û SERBEST DIGERE
Bucak, anî ziman ku Ahmet Koyuncu 19 salin bi xwişka wî re zewicîye û wiha got: "Çû Sûriye tev li DAIŞ'ê bû. Piştî tev li DAIŞ'ê bîsa vegeriya malê. Bi hêsanî vegeriya Tirkiye û hat hevsera xwe birîndar kir. Hina jî serbest digere. Hêj nehatiya binçavkirin û nehatiye girtin. Ev xuya dike ku endamên DAİŞ’ê li Tirkiye azad tev digerin. Kengî çi bixwazin dikarin bikin.
5 ROJ DERBAS BÛN HÊJ BERSÎV NEDANE
Bûcak, anî ziman ku 5 roj di ser bûyerê re derbas bûn, lê hêj daxwaza wan a parastinê nehatiye bersivandin û wiha got: "Em li polîsan geriyan gotin "Herêm aydî cendirmeyan e". Em li cendirmeyan geriyan gotin "Herêm aydî polîsan e" Niha li ber deriyê nexweşxaneyê polîsê ewlehiyê distîne tune. Ez û xwarziyên xwe xwişka xwe iparêzin. Zavê me Ahmet Koyuncu hêj li derve ye. Hêj talûkeyê li der û dorê belav dike. Dibe ku di sînorê Rihayê de be. Ji ber vê yekê fikarên me gelek zêde ne."
MA / Arjin Dilek Oncel