SÊRT/ÊLIH – Li gundê Bêlekê ya girêdayî Misircê û li taxa Cûdî ya Êlihê di serde girtina malan de bi dehan kes hat binçavkirin.
Leşkeran serê sibê bi ser gundê Bêlekê yê girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê de girt. Hat zanîn ku di çarçoveya heman operasyonê de polîsan jî li taxa Cûdî ya Êlihê bi ser gelek malbatên ji heman gundî girtin. Di serde girtina malan de bi dehan kes hatin binçavkirin. Nehat zanîn ku navê kesên binçavkirî çi ne û wan birine ku derê. Her wiha hinceta binçavkirinê jî nehat hînbûn. Hat zanîn ku malbatên li Êlihê polîsan bi ser malên wan de girtin, di salên 1990’an de ji gund derketine û hatine li Êlihê bicih bûne.