STENBOL – Serlêdana hevdîtinê ya parêzerên Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve cara 712’emîn hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ebru Gunay, Îbrahîm Bîlmez û Faîk Ozgur Erol bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê bersiv da serlêdana parêzeran û daxwaza hevdîtina wan red kir.
Ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve daxwaza hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ev bû cara 712’an bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û "Rewşa Awarte" tê astengkirin.