AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê bi îdiay "Bi rêya weşan û çapemeniyê propagandaya PKK'ê dike" li Platforma 1HaberVar lêpirsîn vekir. Dozger nirxandinên di bernameyan de propaganda hesiband.
Di çarçoveya Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) ya Hejmar 668'an de gelek televîzyon û radyo girtinbûn. Rojnamegerên hatin gel hev Platforma 1HaberVar vekirin. Bî îdiaya "Bi rêya weşan û çapemeniyê propagandaya PKK'ê kiriye" doz hat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Amedê lêpirsîn da destpêkirin û aşkera kir ku ji referanduma 16'ê Nîsanê vir ve gav bi gav Platforma 1HaberVar dişopînin. Ji wê dîrokê heta niha, gelek daxuyanî, bername, şahî û mîtîngên di malperê de hatine weşandin, wekî "delîl" tev li dosyayê kirin.
DELÎL: AXAFTINÊN BEŞDARVANAN
Dozger, sûcdariyên der barê Platforma 1HaberVar de axaftinên kesên tev li bernameyan bû da nîşan. Di îdianameya dozgeriyê de axaftinên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî wekî delîl hat nîşandan. Nirxandinên siyasetvanan ên der barê binpêkirinên mafan de, zextên li girtîgehan pêk tên û axaftinên li vê çarçoveyê de wekî "propaganda" hat nîşandan. Dîsa gotina Kurdistanê ya mêvan tînin ziman jî wekî propaganda dîtin.
DAXUYANIYA DER BARÊ YUKSEKDAG DE SÛC E
Sûcdariya herî balkêş a dozgeriyê, daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê yê Platforma 1HaberVar hatiye weşand. Daxuyaniya endamên HDP'ê ya der barê Hevseroka Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag de, wekî delîl xist dosyayê. Di daxuyaniyê de dirûşma "Fîgen Yuksekdag vîna me ye" jî û wiha hat şîrovekirin: "Dirûşma ji bo Yuksekdag hatiye berzikirin, têkiliya wê bi PKK'ê re heye." 1HaberVar Platformu piştî ev daxuyanî li ser malpera xwe weşand, bi hinceta "Propagandaya PKK'ê kiriye" lêpirsîn hat destpêkirin. Dîsa hin daxuyaniyên HDP'ê jî di malperê de hatine weşandin û ev jî sûc hatin dîtin.