ŞENGAL - Li Şengalê 9 gorên komî yên aydê êzidiyan hene û hestiyên ji van gorên komî li herêmê belav bûne. Serxwebûn Azadî gelek hestiyên li herêmê belav bûne, komî hev dike. Heke pirsa Azadî kî ye? Bê kirinyê, azadî ji 12 fedayiyan bi hewala Şengalê hatî ye. Azadî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî vê jenosîdê bê deng nebîn û xest li herêmê lêkolîn bê kirin.
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê li dijî Şengalê êrîşek hovane pêk anîn, bi sedan welatiyên êzidî qetil kir. Ev hovîtiya DAIŞ'ê wekî "Fermana 73'yan" di dîroka mirovahiyê de cihê girt. Kesên hatin qetilkirin cenazêyên wan di gorên komî de hatin veşartin. Kesên dîl hatin girtin birin bajarên Iraq û Sûriyeyê û hin ji wan hatin rizgarkirin, hêj bi sedan mirov winda ne.
Li ser hovîtiya DAIŞ'ê ya li Şengalê re 3 sal derbas bû, gorên komî yên ku tên kolandin hêj hestiyên mirovan jê derdikevin. Heta niha 9 gorên komî hatine dîtin. Herêma ku gorên komî lê ne dikeve sê goşeya gundên Rembûsî, Qapûsî û Domîzî. Ev herêm dikeve başûrê Şengalê. Gorên komî wekî tîpa U hatiye kolandin û gora herî mezin di hewşa malekê de ye.
Ev mala berê wekî biryargeha herî mezin a DAIŞ'ê hatiye xebitandin. Niha malbateke êzidî di vê malê de ye û gora komî ya di hewşê de ser wê bi tevahî hatiye girtin. Gorên komî yên din, dora wan bi çîtan hatiye pêçan. Di van gorên komî de hin kolandin pêk hatine, hestî û kaqortên seriyan tên dîtin. Cil û pêlavên welatiyên ku hatine qetilkirin, li der û dorê belav bûne, di hin gorên komî de porê jinên ku hatine qetilkirin heye.
Serxwebûn Azadî yê ku ji 12 fedekarên bi hewara êzidiyan çûyî, der barê êrîşên li dijî êzidiyan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji partiyên kurd xwest ku ewlehiya êzidiyan bigirin û hişyar kir ku civaka êzidî di bin komkujiyek mezin de ye, PKK'ê komek gerîlayê xwe ji bo êzidiyan biparêze şand Şengalê. Serxwebûn Azadî jî ji 12 gerîlayên PKK'ê yek e û berê xwe dide Şengalê. 12 kesên di bin fermandariya wî de ji bo êrîşên DAIŞ'ê bişkînin diçin Şengalê, di rê de PDK'ê 3 gerîlayan dîl digire, 8 ji wan gerîlayan xwe digihînin Çiyayê Şengalê. Serxwebûn Azadî jî yek ji wan 8 kesên xwe gihandiye Şengalê ye.
Azadî bi hevrêyên xwe re xwe digihînin Şengalê, dema DAIŞ êrîşê êzidiyan dike, ew dikevin parastinê û "korîdora mirovahiyê" vedikin. Piştre bi hezaran êzidiyan di vê korîdorê re derbas dikin û pêşî li komkujiyeke hêj mezintir digirin.
HESTIYÊN MIROVAN LI QADÊ BERHEV BÛNE
Azadî îro yek bi yek li herêma ku gorên komî hene digere, hestî û cilên welatiyên ku li der û dorê belav bûne komî hev dike. Dema Azadî li herêmê hestî û cilên welatiyên kom dikir, li ber çavê me ke.
‘EV FERMANA 73'YEMÎN E’
Azadî li ser goreke komî re rawestiya û der barê komkujiya ku pêk hatî de agahî da me û ev tişt got: "Ev komkujiya ku li dijî êzidiyan pêk hatiye, şopa fermanê ye. Ev herêm başûrê Şengalê ye. Ev gora komî ya herî mezin e. Ev pêlava han aydê kesekî ye, me li qadê dît. Ev jî hestiyên aydê wan e. Hestiyên qaqor, zend û piyan hatin dîtin. Gora komî ya ku li nêzî gundê Qapûsî hat dîtin, hema bêje hemû aydê jinan e. Ev tişta ku hûn dibînin, fermana 73'yan e."
'DIVÊ KES LI HEMBERÎ JENOSÎSÊ BÊDENG NEMÎNE'
Azadî destnîşan kir ku ruxmê dora gorên komî bi çîtan hatiye pêçan jî hestiyên welatiyan li qadê belav bûye, di vê der barê de bi taybetî bang li saziyên navbeteweyî kir.
Azadî anî ziman ku divê tu kes li dijî sûcê mirovahiyê bê deng nemîne û wiha pê de çû: "Hestiyên mirovan li her derî belav bûye. Divê di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû saziyên mafên mirovan jenosîda li dijî êzidiyan lêkolîn bike. Divê kes ji vî sûcê mirovahiyê re bêdeng nemîne. Civaka me ya êzidî hêj di bin komkujiyê de ye. Em di van şertan de hewl didin wan biparêzin. Hêj bi hezaran kes winda ne û li xizmên xwe digerin. Divê ev gorên komî demildest bên vekirin û lêkolîn bê kirin."
MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan