STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 712'an daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û daxwaza hevdîtinê kirin.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Îbrahîm Bilmez û Faîk Ozgur Erol, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin daxwaznameya hevdîtinê dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê. Parêzeran bi vê serlêdanê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha cara 712’an daxwaza hevditinê kirin, lê dozgeriyê her dem daxwaza parêzeran red kir.
Daxwaza parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 711 caran bi hincetên “muxalefeta hewayê heye”, “koster xera be ye", “koster di tamîrê de ye" û “OHAL” heye hat redkirin.