STENBOL – Nivîskar û Rojnameger Îslam Ozkan, daxuyaniyên Erdogan ên der barê Qûdusê de nirxand û diyar kir ku Erdogan razemeniya hilbijartinê dike û wiha got: "Erdogan, ji bo razemeniya hilbijartinê mijara fîlîstînê bi awayekî din digire dest. Gotin heye, lê pratîk tune ye."
Piştî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amarîka (DYA) Donald Trump Qûdus wekî paytextê Îsraîlê îlan kir hem bertek û hem jî niqaş zêde bûn. Herî zêde Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan bertekên xwe anîn ziman. Têkildarî daxuyaniyên Erdogan Rojnameger û nivîskar Îslam Ozkan, bal kişand ser biryara Serokê DYA'yê Trump û wiha got: "Ez bawer dikim ku du milê biryara Trump hene. Yek jê milê Rojhilata Navîn e. Yek jî pirsgrêkên DYA'yê navxweyî ne. Dibe ku Trump ji bo li cem lobiya Siyonist cih bigire gavek wisa avêtibe.
QÛDÛS SEMBOLA CÛHÎ, XIRÎSTIYAN Û MISLIMANAN E
Ozkan, bal kişand ser girîngiya Qûdusê û wiha berdewam kir: "Qûdûs ji bo cûhî, xirîstiyan û mislimanan cihekî pîroz e. Di demên dawî de piştî Îsraîl Fîlîstîn dagirkir, tenê ne di milê olî de di milê siyasî de jî bûye sembol. Qûdus, li dijî dagirkeriyê di heman demê de sembola berxwedanê ye. Yên li dijî dagirkeriyê di ber xwe didin, ne tenê têkoşîna îslamî didin, di heman demê de têkoşîna siyasî didin. Di berxwedana Filistinê de xirîstiyan, misliman û kesên ji baweriyên cuda de cih digirin. Ji ber vê yekê Qûdus, hem di milê olî û hem jî di milê siyasî de sembola berxwedanê ye. Dema mirov li geşedanên siyasî dinere dibîne ku welatên korfes û ereban durû tev tigerin.
'ERDOGAN DIBÊJE LÊ NAKE'
Ozkan, têkildarî helwesta îktîdara Tirkiye ya der barê Fîlîstînê de jî nerînên xwe wiha anî ziman: "Dibe ku Erdogan ji ber zextên bingeha xwe an jî dibe ku ji ber planên hilbijartinê bertekên xwe tîne ziman. Ji ber ê yekê gotin û pratîka wî nabe yek. Dibêje û nake. Gotin heye pratîk tune ye. Hikûmet di mijara Doza Mavî Marmara de ji ne cîddî bû. Di 7'ê kanûnê de bi 18 milyon euro peyman îmze kir. Hikûmeta Tirkiye di 7'ê kanûna 2017'an de bi bi navê Koma Anadolu bi 18 milyon euro peyman îmze kirin"
Ozkan, destnşan kir ku pirsgirêka Qûdusê çareser bibe jî bi DYA'yê aştî pêk nayê û wiha got: "Pirsgirêka di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de zû bi zû çareser nabe. Ji ber ku Filistin li ser 3 xalên bingehîn radiweste. Mijara yekemîn Statuya Qûdusê ye. Mijara duyemîn Dewleta Fîlistîn a serbixwe ye. ya sêyemîn jî pirsgirêka mucahîdên Fîlîstînê ye.
Tişta Fîlîstîn dibêje dixwaze dewleta ku hemû mezhep, kom û olên cuda hemû rengên cuda biparêze bê avakirin. Dixwaze hemû nirxên herêmê ji bin desthilatdarî û hegemonya Îsralîlê bên derxistin. Dixwaze dewletek dersthilatdarî û olîgarşî tune bê avakirin. Lê İsrail ve yekê tu carî naxwaze. Bi çareseriya di navbera 2 dewletan de çareserî ne hêsan e. Divê di milê demokrasiyê ku hemû bawerî, çand û kêmar bi hevre di nava hevde bijîn.
MA / Yasîn Kobulan - Bîlal Seçkin