ENQERE – Xwendekarê Zanînehê Enqereyê Alî Can Yilmazer ku bi wesayîta transporter a reş hat revandin got: “Ji min re gotin ‘Tu dixwaze bêje Tîma Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) û tu dixwaze bêje Teşkîlata Îstîhbarat a Netewî (MÎT). Em dewletin dewlet.’ û sîxûriyê li min ferz kirin.”
Xwendekarê Fakulteya Erdnîgarî, Dîrok û Ziman a Zanîngeha Enqere Alî Can Yilmazer ku endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) e, êvara 4’ê kanûnê li taxa Esertepe a Keçîoren a Enqereyê dema diçû malê ji aliyê kesên ku xwe wek “dewlet” dan nasîn ve hat revandin. Yilmazer çawa ku li rawestgeha Ahmet Şefîk Korayli peya bû ji aliyê 4 kesan ve hat desteserkirin û ew li wesayîta transporter a reş siwar kirin. Yilmaz got ku wî birine cihek nayê zanîn û gef lê xwarin e.
‘EM DEWLET IN’
Yilmazer destnîşan kir ku piştî wî li wesayîta reş siwar kirine birine qadek ku nas nekiriye û wiha axivî: “Êvarê saet li derdora 20.00’an dem ali rawestgehê peya bûm diçûm malê 4 kesan pêşiya min birî û min ji meseleyê fên nekir. Ewil ka min got nijadperest in. Lê pişt re min wesayîta transporter dît. Min fêm kir ku dê min birevînin. Ji ber ku beriya niha jî li Enqereyê bi revandin bi transporteran pêk hatibû. Tabî ev ne cara ewil e. Ewil min ji wan pirs kir hûn kî ne. Ji min re gotin ‘Dixwazî Tîma Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) û dixwazî Teşkîlata Îstîhbarat a Netewî (MÎT) jî. Em dewletin dewlet.’ Bi vî awayî bersiv dan min.”
'EM Ê BERDIN SERÊ TE BIDIN’
Yilmaz da zanîn ku kesên wî revandine gefên kuştinê lê xwarinê û wiha dewam kir: “Bi girtina zîndanê gef li min dixwarin. Qaşo der barê min de dosyeyek berhev kirine û heke bixwazin dikarin ceza bidin min. Di bin navê ku bi dozger û dadgeran re hevdîtin dikin dixwazin min biavêjin hundir. Her wiha gefa ‘Em bixwazin em ê li vir berê serê te bidin û veşêrin’ dixwarin.”
SÎXÛRÎ LÊ FERZ KIRIN E
Yilmazer diyar kir ku sîxûriyê lê ferz kirine û got: “Dema min li hember wan bertek nîşan da bi pihînan li ranên min didan û min biçûk dixistin. Pişt re saet di 24.00’an de min li aliyê Etlîkê danîn û çûn.”
BÛYERÊN REVANDINÊ PÎŞTÎ 15 TÎRMEHÊ ZÊDE BÛN
Li herêmê di salên 1990'î bûyerên "Revandin û dibin çavan de winda kirin" pir zêdebûn. Bûyerên wiha piştî 15'ê Tirmehê bi taybetî li Enqerê tên jiyîn. Li gorî serlêdanên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê; di demên dawî de nêzî 20 welatiyan hatin revandin. Ciwanên hatin revandin, ajantî li ser wan ferz kirin û bi awayekê pergalî hatin tacîzkirin. Ên ferzkirina ajndiyê qebûl nekirin jî, gefên kuştinê li wan hatin xarin. Wesayîtên ji bo revandinê hatin bikar anîn, piraniya wan rengên reş û markayên transport bû. Sekreterê Giştî yê Wekfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci, der barê revandin û binçavkirinên herî dawîn ê li Enqerê de axivî û wiha got: "Di demên dawî de em gelek rastî bûyerên wiha tên. Berî her tiştî divê tiştên hatin jiyîn mirov derbixe holê."
'DEWLET BERPIRSIYARE'
Bakkalci, nirxandinên xwe wiha domand: “Li Tirkiyeyê di demên nêz de pêvajoyek gelek bi êş hat jiyîn. Di demên dawî de, bi taybetî kesên bi darê zorê hatin windakirin rewşekeke ku divê bê cîdî girtîn. Divê ev rewş hemû bên zelalkirin. Ev yek dibin berpirsiyartiya dewletê deye.”
'22 SAL SERE DERBAS BÛN'
Bakkalci, bal kişand ser bêdengiya dadgehê ya edaletê û wiha berdewam kir: “Ji bo çareke din ev bûyer rû nedin, bi taybetî mîna Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) di salên 1995’an de me bernameyên taybet pêş xistin. Ji bo vê yekê xebatên girîng pêwîstin. Cardin Hevpeymana Windayên Neteweyên Yekbûyî heye. Divê ev demildest bê qebûlkirin. 22 sal sere derbas bûn. Ev rewşeke ku pê nayê bawerkirine. Ev hemû berpirsiyarên dewletê ne. Divê demildest lêpirsînan bi de destpêkirin. Ev bi serê xwe pêvajoyek bi pirsgirêke.”
'JI BO BINÇAVKIRINA KESEKÊ REWŞ PIR ZELALE'
Bakkalci, destnîşan kir ku kes nikare dest dane ser azadiya kesekê û wiha domand: “Mijara desteser kirina kesekê pir zelale. Divê pir vekirî be. Divê agahî bidin malbat û parêzerên wan. Divê bixwin bin qeydan.”
‘BI TU AWAYÎ NAYÊ QEBÛ KIRIN’
Balkalci ji bo bûyerên revandinê ev tişt gotin: “Bi bûyerên revandinê dixwazin peyam bidin civakê. Tiştên hatin jiyîn bi tu awayî yên qebîl kirin. Bi van bûyeran re kesek dibêje ‘Ez desthildariyê hemû tiştî me.’ Bi tu awayî ev nayê qebûl kirin. Raste rast dixwazin peyam bidin civakê. Di civakê de kes guh nade peyamên wiha. Ev li dijî hebûna mirovahiyê ye. Ji bo pêşîlêgirtina van bûyeran emê hîn zêdetir têbikoşin û têkopîna xwe bidomînin.”
MA / Selman Guzelyuz