ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê piştî qedexeya demdirêj, bi dehan kes di jêrzemînan de hatibûn şewitandin. 2 sal bi ser qedexeyê re derbas bû hêj êşên welatiyan nû ne. Hevjîna Orhan Tunç ê di jêrzemînê de hat qetilkirin, Guler Tunç aşkera kir ku cihê ku hevjînê wê hatiye qetilkirin, avahiyên TOKÎ'yê tên çêkirin, her gava ku di wir re derbas dibe, hevjînê wê tê hişê wê. Tunç piştrast kir ku kurê wê Bêkes hêj nizane bav û apê wî jiyana xwe ji dest dane.
Waliya Şirnexê di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve îlan kiribû, 2 sal bi ser wehşeta li herêmê re derbas bû. Konseya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), hovîtiya dewletê ya li Cizîrê wekî "Tabloyeke qiyametê" pênase kiribû û di êrîşên li dijî gel de çekên giran xebitandibûn.
Di tevahiya qedexeyê de, li gorî hejmarên ne diyar, endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî di nav de nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest da, ji 200 kesan zêdetir jî birîndar bûn. Di şerê li herêmê de gelek leşker, polîs û cerdevanan jî jiyana xwe ji dest da. Nêzî 80 hezar mirov koçber bû, qasî 3 hezar mal di êrîşan de rûxiyan, 10 hezar malan xesar dît.
TUNÇ: ME ÇONG DANEYNÎ
Li Cizîrê di dema qedexeyê de di 3 jêrzemînan de, dewletê agir berda mirovan û bi dehan mirovam jiyana xwe ji dest da û ev li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunc û Asiye Yuksel jî di nav de, rojnameger Rohat Aktaş, endamê Meclisa Partiyê yê DBP'ê, endamên KJA'yê, hunermndên NÇM'ê û xwedekar jî di nav de 130 kesan jiyana xwe ji dest da. Li dijî vê hovîtiyê peyama Mehmet Tunç a "Me çong netewan. Bila mirovên mayê bi me bextewar bin" tu carî ji hişê gelê kurd derneket. Ruxmê hemû serlêdanan der barê kuştina mirovan de lêpirsîn nehat destpêkirin û dozger biryara bê şopandinê da û ev li gorî hiqûqê erênî dît. Li dijî vê bêhihqûqiyê berxwedana gelê Cizîrê ma.
Li ser bûyerên li herêmê re 2 sal derbas bû, piştî 2 salan ji ber gelê herêmê hêdî hêdî "şîna" li ser xwe davêje û dawetên xwe dike. Guler Tunç a hevjînê xwe Orhan û tiyê xwe Mehmet Tunç winda kir, hêj ev êşa bi ser xwe neavîtiye û çavên wê li wan digere.
TUNÇ: KESÊN HATIN ŞEWITANDIN JI BÎR MIN NAÇIN
Tunç piştrast kir ku 2 sal e ev êş ji dilê wê derneketiye, her roj kesên ku dewletê ew şewitandin di bîra wê de ne. Tunç da zanîn ku di pêvajoya 6 mehan a zewaca bi Orhan Tunç re, hezkirina wan ji bîra wê naçe û ev tişt anî ziman: "Tişta ez xwe pê şad dikim tenê ew e, ji bo têkoşîneke bi maf jiyana xwe ji dest da. Ev êşên min kêm dike. Lê ez hêj hînê nebûna wî û hevrêyên wî nebûn."
‘HAYA WÎ JI MIRINA BAV Û APÊ WÎ TUNE’
Tunç destnîşan kir ku piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, kurê wê Bêkes hatiye dinê û dikeve 2 saliya xwe. Tunç diyar kir ku Bêkes nizane bav û apê wî jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de çû: "Dema bav û apê xwe di televîzyonê de dibîne, banz dide gel me û bangî me dike. Hêj me jêre negotiye ku bav û apê te jiyana xwe ji dest dane. Dema hinekî jî mezin bibe dê teqes bipirse."
'CIZÎR BÊKES MA'
Tunç got ku "Ev kuçe û kolan bi wan xweş bû" û aşkera kir ku piştî wan ev kuçe û kolan vala mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tenê kurê min bêkes nema. Îro xwediyên van kuçeyan tune ne. Ya rast Cizîr bêkes ma. Em di her kuçeyê de bîranînên kesên jiyana xwe ji dest dayî dibînin. Daweta min û Orhan li kolana fireh a pêşiya mala me kirin. Ew hevrêyên me yên wê rojê bi mere bûn û kêfxweşiya me parvekirin, îro tune ne. Kê demê çavê min bi wê kolanê keve, ew roj tê bîra min. Ji ber wê êşên me tu carî kêm nabin. Em ê heta dawiya emrê xwe vê bijîn."
‘HER GAVA KU EZ DI WIR RE DERBAS DIBIM...’
Tunç bal kişand ser TOKÎ'yên ku li ser jêrzemînên wehşetê tên avakirin, dema di wir re derbas dibe çi hîs dike, wiha vegot: "Dema qedexe rabû ez çûm hinda jêrzemînan. Jêrzemîna 1'emîn bibû xwelî. Hêj parçeyên mirovan li wir bûn. Jêrzemîna 2'yemîn bi tevahî rûxiya bû. Orhan di jêrzemîna 3'yemîn de jiyana xwe ji dest dabû, min li tiştên aydê wî geriya. Di wan odeyan de cilên wan hebûn. Qetek nan û hinek miqarne mabûn. Di wan şertan de çiqas li ber xwe dane, min şahidiya wê berxwedanê kir. Kê demê ez bi Taxa Cûdî re derbas dibim, dilê min agir pê dikeve. Li ser van jêrzemînan TOKÎ tên çêkirin û ev gelekî me xemgîn dike. Çiqas TOKÎ'yên 'xweş' çê bikin jî em ê tu carî vê yekê ji bîr nekin. Ev TOKÎ'yên li ser xwîna zarokên me tên çêkirin, dê tu kesan kêfxweş neke."
‘ME MÎRATEYA WAN DEWR GIRTIYE’
Tunç anî ziman ku ruxmê êşên mezin hatin kişandin jî gel xwe kom dike, aşkera kir ku ew di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de rêveberiyê dike û di vê der barê de jî ev tişt got: "Ji bo ez mîrateya Orhan û Mehmet dewr bigirim û li cem gelê xwe cih bigirim, ez rêveberiyê dikim. Ez kêngê biçim partiyê tiştên ku Mehmet hînê me kirine ew tên bîra min. Ew ji bo min wekî mamosteyekî bû. Dema ez wekî bûk hatim, piştî wê pevçûnan dest pê kir. Ew her dem bi gel re bû. Pir hindik li gel me dima. Lê Mehmet di demeke kin de em kom dikirin û bi mere diaxivî. Moral dida me. Digot ku em ê teqes bi ser bikevin. Ji bo ez jî di vê rêya serkeftinê de bimeşim, min mîrateya wan dewr girt."