AMED - Bît Bazariya ku ji ber pevçûnên li navçeya Sûrê ji aliyê şaredariya DBP'î ve li Parka Koşûyolûyê ji bo wê cih hatibû veqetandin, ji aliyê qeyûm ve ji parkê hat derxistin. Esnafên bazarê ku du hefte ne li ser peyarêyê dezgehçn xwe vedikin bertek nîşanî qeyûm dan.
Bît Bazariya ku bi salan li ber Mizgefta Kûrşûnlû ya Sûra Amedê dihat danîn, lê belê di dema "qedexeya derketina derve" ya li navçeyê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a DBP'î ve li Parka Koşûyolûyê cih jê re hat veqetandin, du hefte berê ji aliyê qeyûm ve ji parkê hat rakirin. Li ser vê yekê 500 kesên li bazarê dixebitîn, li Batikentê li ser peyarêyê dezgehên xwe vekirin. 500 esnafên bazarê ji bo îtirazê îmze berhev kirin, lê belê heta niha şaredariyê bersiva wan nedaye. Bazarvanên ku tenê geftê rojekê 4 saetan kar dikin, xwestin rojek berî rojekê ev pirsgirêka cih bê çareserkirin.
Bazarvan Ozgunel Îlkilçik anî ziman ku ji ber pevçûnan ji neçarî wan dev ji cihê xwe yê berê berdaye û şaredariya DBP'î li Parka Koşûyolûyê ji wan re cihek peyda kiriye, lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin ev der li wan hatiye qedexekirin. Îlkilçik, diyar kir ku ji ber cih tune bûye, wan li ser peyarêyê dezgehên xwe vekirine, lê belê her ku ew bazarê vedikin zabite wan asteng dikin û ev tişt gotin: "Dema em dezgehên xwe vedikin, tim ji me re dibêjin qedexe ye. Em diçin cem peywirdar, lê belê kes guh nade me. Em 500 esnaf in. Hûn nikarin van esnafan piştguh bikin." Îlkilçik got ku bazarên bi vî rengî ji bo welatiyên rewşa wan a aborî nebaş girîng in û wiha got: "Li nav Sûrê 29 salan xebitîm. Lê belê ji ber pevçûnan me nizanibû em ê çi bikin. Rêveberiya şaredariya berê ji bo demek demborî li Parka Koşûyolûyê destûr da me. Me dezgehên xwe li wir vedikir. Em 8 mehan li wir xebitîn, lê belê kesî dest neda me. Lê belê niha me ji wir jî derdixin. Em dixwazin sedema vê yekê hîn bibin."
'EM VÊ CUDAPARÊZIYÊ QEBÛL NAKIN'
Îlkiliç diyar kir ku mirovan eleqeyeke zêde nîşanî bazara wan dide û wiha got: "Feqîr jî dewlemend jî tên vir." Îlkiliç diyar kir ku bazara wan ji bo her kesî vekiriye û ew vê cudaparêziya ku tê kirin qebûl nakin.
Bazarvan Şeyhmûs Avci jî bertek nîşanî vê nêzîkatiya qeyûm da û ev tişt gotin: "Ev bazar ji berê ve heye. Nifşên berê jî û yên niha jî pê dizanin. Daxwaza me ya sereke ew e ku cihekî sabît bidin me, da ku em hefteyê du sê rojan dezgehên xwe vebikin û nan bibin mala xwe."