EDENE - Masîvanên ku ji ber projeya "qada bajêr" a ji aliyê Şaredariya Seyhanê ya CHP'î ve tê çêkirin, bazara wan ji dest wan biçe anîn ziman ku di destpêka projeyê de hatiye gotin ku dê ji bo wan bazareke nû bê çêkirin, lê paşê proje hatiye guherandin. Rayedarê şaredariyê jî pirsên me bê bersiv hişt.
Şaredariya Seyhanê ya CHP'ê dest projeya "qada bajêr" a di sala 2016'an de amade kir û li derdora Bazara Masîvanan e û kolanên Saydam, Karacaoglan û Obalarê dihebîne û bi giştî qadeke 40 hezar metrekare ye kir. Di çarçoveya vê projeyê de di bin navê "veguherîna bajêr" de bi sedan mal û kargeh hatin xerakirin. Di çarçoveya projeyê de Bazara Masîvanan jî hatibû xerakirin, lê belê dema berî bê xerakirin hatibû gotin ku wê li şûna wê bazareke nûjentir bê çêkirin. Masîvanan diyar kir ku heta niha gelek caran proje hatiye guherandin û ew nizanin ka dê rewşa wan çawa be.
'PROJE TIM DIGUHRE'
Serokê Odeya Qesaban a Edeneyê Mûrat Sarûhan yagmûr anî ziman ku prijeya "qada bajêr" gelek caran hatiye guherandin û ev tişt gotin: "Ji bo masîvanên li herêmê cihekî nû nayê çêkirin. Proje tim diguhere. Li qada meydana bajêr tiştekî wisa tune ye. Avahiyên ji we kirîne, yeko yeko avahiyan li ser wan çê dikin. Em vê projeya ku diguhere qebûl nakin. Esnaf ne bêxwedî ne. Em dixwazin li şûna berê dîsa kargehên esnafên me bên çêkirin."
'EM BAZARÊ DIXWAZIN'
Esnafê bi navê Muhîttîn Ûgûr diyar kir ku esnaf tên mexdûrkirin. Ûgûr got ku li bajarên din bazarên nûjen ên masîvanan hene, lê belê bi salan e li Edeneyê prisgirêkên bazarê hene. Ûgûr ev tişt gotin: "Ma qey kesek tune ye ku li Edeneyê bazereke masîvanan çê bike? Hene, lê çê nakin. Ne mafî kesî ye ku esnafan mexdûr bike. 10 kes li vir dixebitin. Hûn ê vir xera bikin û me bavêjin derveyî bajêr, ev tu carî pêk nayê. Em li vir bazarê dixwazin." Esnafê bi navê Nûsret Elmas jî diyar kir ku ew tên emxdûrkirin û ev tişt gotin:" Şaredarî tenê dibê ez ê çawa pereyan qezenc bikim. Hemû bûne xeyrî meşrî. Em li navenda bajêr bazareke bi otopark dixwazin. Heke em ji vir biçin, wê masî biqedin. Em ê jî biqedin. Jixwe esnaf qedandine. Nahêlin esnaf karê xwe jî bikin. Esnaf perîşan kirin. Em li vir bazarê dixwazin."
Li ser îdiayên masîvanan me bi rayedarên şaredariyê re jî hevdîtin çê kir. Rayedaran diyar kir ku wê di vê projeyê de ji bo esnafên ku dikanên wan hebûn dikan bên dayîn. Lê belê rayedar der barê çêkirina bazara masîvanan a ku sozê wê hatibû dayîn pirsên me bê bersiv hiştin.
MA/ Hamdullah Kesen