MÊRSÎN - Li gel hemû îtirazan jî duh hîmê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê hat avêtin. Lê niha çavê hemû hawirdorparêzan li Daîreya 14'emîna Şûraya Dewletê ye ku biryar betalkirina "ÇED"a hatibû erêkirin bide. Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Mêrsînê Alpay Atmen wiha got: "Em li bendê ne ku Şûraya Dewletê biryareke adil bide."
Duh li bajaroka Buyukecelî ya navçeya Gulnar a Mêrsînê bi beşdarbûyîna Cîgirê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Sonmez û Serokê Saziya Enerjiya Nukleerî ya Rûsyayê Aleksey Lîhaçev bi merasîmekê hîmê Santrala Enerjiya Nukleerî ya Akkûyûyê hat avêtin. Her wiha piştî Rapora Nirxandina Karîgerî ya Hawirdorê (ÇED) ya der barê avakirina santralê ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hat qebûlkirin, ji bo betalkirina raporê doz hatibû vekirin. Hîn jî doz didome. Di 22'yê Mijdarê de doz li Daîreya 14'emîn a Şûraya Dewletê pêki hatibû û di dozê de rapora ji aliyê kesên pêzan ve hatibû amadekirin, ji devê pisporan hatibû guhdarîkirin. Lê belê bêyî ku pêvajoya dozê temam bibe, bê navber avakirina santralê didome. Niha çavê hawirdorparêzan li biryara dawîn a Şûraya Dewletê ye.
Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Mêrsînê Alpay Atmen, ji bo rapora ÇED'ê got ku bi awayekî giştî dema mirov çav lê digerîne wek ku heta beşa encamê ji aliyê hin kesan ve hatibe nivîsandin û beşa encamê ya 'ÇED erênî ye' jî ji aliyê hin kesên din ve hatibe nivîsandin. Atmen diyar kir ku di beşa kawadiniyê de gelek kêmasî hatine tespîtkirin. Atmen dest nîşan kir ku di danişîna dozê de ji bo çi divê santrala nukleerî neyê çêkirin û kêmasiyên raproa ÇED û kesên pêzan ji aliyê pisporan ve hatine gotin û destnîşankirin.
'WÊ BERMAYÎ MADEYÊN RADYOAKTÎF BIPEJIQÎNIN'
Antmen diyar kir ku heke santral bê çêkirin dê bermayiyên wê heta sal û nîv an jî du salan di depoyên li Akkûyûyê bên çêkirin wên bên veşartin û paşê wê di Kendava Stenbolê re derbasî Rûsyayê bên kirin û li wir piştî madeyên nukleerî yên wek ûranyûm û toryûmê jê bên derxîstin wê dubare ew bermayiyan bişînin van deran. Antmen got ku çimkî di peymana ku bi Rûsyayê re hatiye kirin de madeyeke ku dê bermayiyan bişînin Rûsyayê tune ye û wê ew bermayî li Akkûyê bimînin. Antmen, dest nîşan kir ku heke qezayek biqewime ji xwe dê kes nefilite, lê belê qeza çê nebe jî dê madeyên radyoaktîf bipejiqîne derdorê û ev tişt gotin: "Wê ev yek jî rîska pençeşêrê zêdetir bike. Her wiha bi avakirina santralê re heke li vir fabrîkayên çîmento û santralên termîk jî bên çêkirin wê ne sewalvanî ne jî çandinî bimîne."
'EM LI BENDA BIRYAREKE ADIL IN'
Antmen diyar kir ku li Tirkiyeyê der barê serbixwebûn û bêalîbûyîna darazê de bi awayekî zêde şik û gumanên wan hene, lê belê li gel vê yekê jî ew dixwazin ku pê bawer bin wê daraz biryareke adil bide. Antmen dest nîşan kir ku heke Şûraya Dewletê biryareke adil nede, ew ê pêvajoya huqûq, heta dawiyê berdewam bikin.
MA / Berivan Altan