NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe û bajarê Ciwanro yê Kurdistana Îranê erdhejeke şideta wê 6.0 pêk hat.
Hat diyarkirin ku îro saet li dor 17.00'an li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe û bajarê Ciwanro yê Kurdistana Îranê erdhejeke şideta wê 6.0 pêk hat. Nehat hînbûn ku di erdhejê de kesî jiyana xwe ji dest daye yan na.