STENBOL - Yekemîn danişina doza komkujiya li Reîna ku 39 kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest da, li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir.
Abdulkadir Masharipov (Ebu Muhammed El Horasani) ku li dijî Navenda Şahiyê Reîna ya Ortakaya Stenbolê çalakî pêk anî û 39 kes kuştin, li Esenyurtê di 17'ê Çile de hat binçavkirin û piştî 25 roj şûnde hat girtin. Masharipov jî di navde 51 kes hatin girtin û der barê 57 kesan de doz hat vekirin. Yekemîn Danişina doza 57 bersûcên komkjiya Reîna li dadgeha Kampusa Silivrî dest pê kir. Ji bersûc Abdulgadir Masharipov 2 hezar û 370 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Di danişînê de 48 girtî bi giştî 51 bersûv amade bûn. Êrîşkar Abdulkadir Masharipov, li ser kursiya bersûc hat rûniştandin. Hevsera Masharipov Zarina Nurullayeva jî di navde 4 jinên girtî jî li dawiya salonê dan rûniştandin. Rûniştina dozê bi îfadeyan û xwendina nasnameyan didome.