ENQERE – Polîsan di roja 398’an de mudaxeleyî çalakiya Kolana Yukselê kir û 3 kesan binçav kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 278’an û çalakiya kedkarên piştevaniyê didin Gulmen û Ozakça ya “Em karê xwe paş ve dixwazin” 398 roj li pey xwe hişt.
Çalakvanên xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakî li dar bixin lê polîsan destûr neda. Bi vekirina pankart û berzkirina sloganan re polîsan mudaxeleyî çalakgeran kir û 3 çalakgeran binçav kir.