AMED – Wekîlê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin ji bo danişîna wî ya roja çarşemê li Amedê bê dîtin anîn Girtîgeha Xarpêtê.
Danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin di 13’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Ji bo Zeydan beşdarî danişînê bibe ji Edîrneyê anîn Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Zeydan bi balafirê anîn Xarpêtê û li bendê ye roja danişînê bînin Amedê. Danişîna Zeydan a ku di 29’ê mijdarê de li Edliya Amedê hat dîtin bêyî ku agahî bidin parêzerê wî hatibû dîtin.