STENBOL – Dozger mutalaa xwe aşkere kir û di çarçoveya TCK 309/1 de ji Rojnameger Altan ên bira û Nazli Ilicak re cezayê muebeta girankirî yê girtîgehê xwest.
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê nivîskar û rojnameger Ahmet Altan birayê wî yê akademîsyen Mehmet Altan û rojnameger Nazli Ilicak jî di nav de 6 jê girtî 7 kesên tên darizandin, cara 4’emîn doza wan li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê dîtin. Altan ên birayê hev bi SEGBÎS’ê ji girtîgeha lê dimîn beşdarî dozê bûn. Nazli Ilicak, Şukru Tugrul Ozşengul, Yakup Şîmşek yên girtî û Tîbet Murat Sanliman ê ne girtî tê darizandin li salona danişînê amade bûn. Fevzî Yazici yê girtî jî tê darizandin beşdarî danişînê nebû.
Danişîn bi aşkerekirina mutalaa dozger dest pê kir. Dozger di çarçoveya TCK 309/1 de ji Altan ên birayê hev û Nazli Ilicak re cezayê muebeta girankirî yê girtîgehê xwest.