STENBOL – Di hilweşandina Tesîsên Civakî ya Weqfa Sporê ya Bakirokoyê de karkerê hesin li serê wî ket jiyana xwe ji dest da.
Karker Mustafa Yilmaz ê li Miduriyeta Baxçe û Parkan a Şaredariya Bakirkoya Stenbolê dixebitî, dema hilweşandina Tesîsên Civakî ya Weqfa Sporê ya Bakirokoyê de jiyana xwe ji dest da. Yilmaz ê ku li qada hilweşandinê molozan av dida perçeyek hesin ket xwarê û li serê wî ket. Yilmaz ê rakirin nexweşxaneyê li gel hemû mudaxeleyên bijîşkan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Piştî karker jiyana xwe ji dest da Şaredarê Bakirkoyê Bulent Kerîmoglu çû cihê bûyerê. Di vê navberê de rayedarên şirkete ku tesîsê bi rêve dibin nerazîbûn nîşanî şaredar Kerîmoglu dan. Li ser vê yekê di navbera zabite û rayedarên şirketê de pevçûn qewimî. Şaredar Kerîmoglu jî tevlî pêvçûnê bû.
Hat îdiakirin ku Kerîmoglu gotiye “Were vir ez ê roja te nîşan bidim.” Rayedarên şirkete der barê şaredar û zabiteyan de gilî kirin.