Foza: Dê Erdogan li dadgehên navneteweyî bê darizandin

  • rojane
  • 10:16 11 Kanûn 2017
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, der barê kiryarên Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan û mikurhatinên Reza Zerrab nirxandin kir. Yusuf, diyar kir ku Erdogan dê li Dadgeha Navneteweyî bê darizandin.
 
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, têkoşîna li Sûriye û Rojhilata Navîn a piştî DAÎŞ'ê, lêgerînên çareseriyê, doza Reza Zerrab û hilbijartinên federasyona demokratîk ji Nûçegîha ANF'ê Beritan Sarya re nirxand. Yûsif, diyar kir ku şerê li Sûriyeyê yê li dijî DAÎŞ'ê û komên ku xwe 'mûxalîf' bi nav dikin, ketiye serdemeke nû û wiha axivî: "Bi qasî ku tê dîtin, hêzên navneteweyî yên bingehîn ên weke Amerîka, Koalîsyon, Rûsya û civaka navneteweyî dixwazin ev şer biqede û çareseriyeke siyasî pêk were. Lê belê her kes dixwaze ev çareserî li gorî berjewendiyê wan be. Qedandina şer û çareseriyeke siyasî daxwaza hevpar a wan e. Mirov dikarin vê yekê ji bo Amerîka û Rûsyayê bi rengekî vekirî bêjin."
 
Yûsif, bal kişand ser nakokiyên navbera hêzên navneteweyî yên ji ber berjewendiyan jî kir û wiha got: "Her hêz niha hewl dide hê bêhtir di vê çareseriyê de bi bandor be. Lewma civîna Soçî û aktîfkirina civîna Cenevre-8 a di vê demê de, nîşan didin ku her kes dixwaze vê pirsgirêkê li gorî berjewendiyên xwe çareser bike û rengê xwe bide çareseriyê."
 
'HÊZÊN STATUKOPARÊZ HERÊMÊ BER BI ŞEREKÎ MEZHEBÎ VE DIBIN'
 
Foza Yûsif, li ser nêzîkatiya hêzên statukoparêz ên li herêmê jî rawestiya û wiha pêde çû: "Bi taybetî Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û Erebîstana Siûdî naxwazin krîza li Sûriyeyê çareser bibe. Herî zê de Tirkiye vê yekê ji bo xwe weke xeteriyê dibîne. Tirkiye, ji bo ew bi xwe nekeve rojevê, dixwaze vê pirsgirêkê mezin û kûrtir bike. Ji ber ku di nava Tirkiyeyê bi xwe de krîzeke gelekî mezin heye. Ji bo Kurd nebin xwedî statu, çi jê tê wê dike. Wekî din Îran jî di rewşeke xitimî de ye. Îran ji bo sîstema Esad hilneweşe li Sûriyeyê tevgeriya. Lê belê hebûna Îranê cihê nîqaşê ye. Ji ber vê yekê jî Îran dixwaze demekê bi dest bixe ku li Sûriyeyê bi cih bibe. Bêguman yekser nebe jî dixwaze bi rengekî neyekser hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomîne. Ji ber vê yekê, çareseriya krîza Sûriyeyê ne li gorî berjewendiyên Îranê ye. Di serî de Îran û Tirkiye, dewletên netewe yên navendî yên li herêmê naxwazin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe ya jî çareseriyeke bingehîn bê firandin. Ji ber vê yekê dixwazin modela dewleta netewe ya îflas kiriye li Sûriyeyê bidome."
 
'JI CENEVRE-8 TI ENCAM DERNAKEVE'
 
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, li ser civîna Cenevre-8 jî wiha got: "Civînên li Riyad û Cenevreyê nîşan didin ku niyeta rejîmê ya çareseriyê nîne. Wekî din, belgeya ku mûxalefetê nivîsandiye jî tiştekî gelekî giştî ye. Yanî di vê belgeyê de ku li ser rê û rêbazên çarseriya krîza li Sûriyeyê hatiye amadekirin, çareseriyeke bingehîn nayê pêşkêşkirin.
Krîza Sûriyeyê pirsgirêkeke gelekî girîng û giran e. Ji ber vê yekê çareseriyeke bingehîn jê re divê. Heta niha mixabin çareseriyek nehatiye destnîşankirin. Eger civînên li Cenevreyê bi vî rengî bidome, wê encam jê dernekeve. Rejîm naxwaze danûstandin dest pê bike, berevajî dixwaze demê dirêj bike. Çawa ku piştî tifaqa Astanayê mûxalefet ji aliyê leşkerî ve kete rewşeke gelekî xerab û ji hev belav bû, rejîm dixwaze bi heman rengî demê dirêj bike û ji aliyê siyasî ve jî mûxalefetê ji rewşa mûxatapbûnê derxîne. Lewma ji bo civîna Cenevreyê bê encam bimîne, çi ji destê rejîmê tê wê dike. Ez ne bawerim ku encamek ji civînên Cenevreyê derkeve. Wekî din, sedema herî girîng a bêencammana van hevdîtinan jî ew e ku hêzên demokratîk ên li Bakurê Sûriyeyê weke îradeyeke demokratîk derketine holê û xwedî nexşerêyeke çareseriyê ne, li derveyî van danûstandinan tên hiştin. Lewma eger ev civîn bi vê rêbaz û pêkhateyan bidomin, wê nikaribin çareseriyê biafirînin. Ji ber ku heta niha li ber destê hêzên tevlî civînê bûne projeyeke çareseriyê nîne. Heta niha yên ku hêvî dane û çareseriya pirsgirêkê destnîşan kirine, hêzên demokratîk ên li Bakurê Sûriyeyê ne."
 
'EFRÎN WÊ JI BO TIRKIYEYÊ BIBE ÇIRAV'
 
Yûsif bal kişand ser hebûna Tirkiyeyê ya li Îdlibê û gefên li Efrînê dixwe û got: "Tirkiyeyê bi Cephet El Nûsra re li hev kir û niha Îdlib dagir kiriye. Em gefa li Efrîn û Şehbayê tê xwarin bêguman gelekî cidî dibînin. Li dijî aramiya tevahiya Sûriyeyê xeteriyeke mezin e. Eger êrîşên li dijî Efrîn û Şehbayê derbasî qonaxeke din bibe, ev ê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike û rê li ber şerekî hê mezintir veke. Ev şer wê tenê li Efrînê nemîne. Me ev yek gelek caran anîn ziman û em dîsa dibêjin. Di rewşeke bi vî rengî de wê Kurdên li hemû parçeyan rabin ser piyan û Efrîn wê bi tenê nemîne. Hem Kurd hem jî hemû gelên Sûriyeyê wê tevlî berxwedana Efrînê bibin û wê Tirkiye bikeve rewşeke jêveger nîne. Çawa ku Erdogan heta niha Tirkiye timî xiste nava çiravê, di rewşeke wiha de Efrîn wê ji bo Tirkiyeyê bibe çiravek û dikare dawî li dewleta Tirkiyeyê bîne. Bêguman ev rewş ji bo Tirkiyeyê gelekî xetere ye. Girîng e raya giştî ya Tirkiyeyê, raya giştî ya demokratîk, neteweya Tirk û her kesên dixwazin neteweyên li Tirkiyeyê biparêzin vê rewşê baş bixwînin û li dijî vê biryara şer a dînîtî ya Erdogan helwestê nîşan bidin."
 
'MIKURHATINÊN ZERRAB GIRÎNG IN'
 
Foza Yûsif, têkildarî doza Rezab a li Amerîkayê jî axivî û wiha got: "Doza li Amerîkayê, mikurhatinên Zerrab gelekî girîng in. Eger dest li vê yekê neyê werdan û bi rengekî adîl dewam bike, ev ê Tirkiyeyê derxîne pêşberî dadgeheke navneteweyî. Bi taybetî Erdogan û kesên di vê bûyerê de cih girtine wê derkevin pêşberî dadgehê. Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye li ser rêyeke rast nîne. Ji ber ku li dijî peymanên navneteweyî sextekarî kiriye û li nava Tirkiyeyê bi xwe jî gendeliyên cidî hene. Hem li nava Tirkiyeyê hem jî li derve, ranteke mezin hatiye xwarin. Ev rewş wê li qada navneteweyî encameke cidî bi xwe re bîne. Girîng e ku ev doz bi rengekî adîl bi rê ve biçe. Bêguman rewş ne tenê ev e. Tirkiye îro bi dîktatoriyê tê birêvebirin û komkujî li Kurdan tê kirin. Wekî din dîktatorî li hêzên demokratîk tê kirin. Bêguman qada navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî divê li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin. Ev hemû pêvajoyeke û bi hev ve girêdayî ne. Ez dîsa dibêjim, ev hemû wê encamên gelekî giran ji bo Tirkiyeyê bîne."
 
'HILBIJARTIN WÊ BIBE BINGEHA SÛRIYEYA NÛ Û DEMOKRATÎK'
 
Yûsif, li ser hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê tên kirin jî axivî û wiha bi dawî kir: "Qonaxên 1 û 2. gelekî serketî û demokratîk pêk hatin. Her kesî bi rengekî azad dengê xwe da û hemû gelên li herêmê baş tevlî hilbijartinê bûn. Ji ber ku Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind li ser qonaxa 3. a hilbijartinê hê daxuyaniyek nedaye, em nizanin tam wê kengî pêk were. Lê em bawerin, qonaxa sêyemîn wê hem ji aliyê amadekarî, hem tevlîbûna gel û encamên xwe ve gelekî xurtir be. Ji niha ve dikarim vê bêjim,ev hilbijartin ne tenê ji bo Bakurê Sûriyeyê û gelên li vir, her wiha ji bo tevahiya Sûriyeyê û gelên wê wê rê li ber guhertinên mezin veke. Wê encamên girîng ên siyasî derxîne holê. Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê wê alternatîfeke gelekî xurt derxîne holê. Lewma alternatîf netewe dewlet nîne, alternatîf sîstemeke demokratîk û neteweya demokratîk e. Hilbijartinên Federasyona Bakurê Sûriyeyê, niha dibe bingeha paşerojê ya Sûriyeyê."
 

Sernavên din

13/12/2017
10:45 Ji bo jiyanek aram bila meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL
10:33 Kujerê Kemal Kurkut sibê derdikeve pêşberî darazê
10:25 ‘Ocalan ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn di yekîtiyê de israr dike'
10:01 Gundî di demsala zivistanê de bê av in
10:00 Leşkeran rê girt têkilî qut bû
09:40 Yekane hosteya jin a taxê: Nesîbe Curga
09:40 Derewek ji derewên AA, ÎHA û DHA'yê
09:39 Ji meclîsê têkildarî kelepçekirinê bersiva balkêş
09:38 16 cenazeyên li Cizîrê hêj winda ne
09:37 Binpêkirina mafan li Girtîgeha Xarpêtê zêde dibe
09:36 Ziya Pir: Rizandineke heye
09:34 Girtiyên Xarpêtê 42 roj di greva birçîbûnê de ne
09:33 5 fîlmên kurdî xelat wergirtin
09:33 'Êdî tu tahma hesinkariyê jî nema'
09:32 Fabrîkaya dîrokî kirine warê tiryakêşan
09:31 Bi awazên stranan nanê tendûrê dipihêtin
09:30 'Ocalan çavkaniya birdoziya azadiya jinê ye'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2017'AN
08:36 Li Zonguldakê hezan: Karkerek mir
12/12/2017
20:55 Du cenaze anîn Nexweşxaneya Qoserê
18:49 Hemû welatiyên gund binçavkirin
18:21 Muslîm: Hêj gelek gundên Himûs Hama û Îdlibê di destê DAIŞ'ê de ne
18:00 Ji bo îdîanameyê pere ji girtiyan xwestin
17:25 Bi hezaran karkeran dest ji kar berdan
16:48 14 kesên li Qamişlo hatin kuştin li Amedê bibîr anîn
16:34 4 kes bi îxbara nediyar hatin girtin
16:17 DAIŞ’ê li Rihayê hevsera xwe birîndar kir serbest e
15:48 Li Misirc û Êlihê bi dehan kes hatin binçavkirin
15:04 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
15:03 Xizmên girtiyan: Em agahiyan ji girtîyên Xerpêtê nagirin
14:33 Li Kolana Yukselê dîsa êrîş kirin: 5 kes binçav kirin
14:27 Rapora TJA: Girtîgeh bûne kampên dîlgirtinê
14:22 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
14:14 Doza Manîsayê: Zimanê min kurdî ye û welatê min Kurdistan e
13:29 Dozger li Platforma 1HaberVarê lêpirsîn vekir
12:43 Kirman a Îranê bi erdhejeke dijwar hejiya
12:38 Kiliç 30 rojin di çalakiyê de ye
12:20 Ozsokmenler: Ji pêşketina demokrasiya herêmî tirsiyan
12:19 Hevserokê HDP'ê yê berê hat girtin
11:54 Parlamenter Zeydan dê sibê derxin danişînê
11:50 'Divê kes jenosîda li Şengalê ji bîr neke'
11:39 Parêzerên Ocalan cara 712'an xwestin biçin Îmraliyê
11:17 Nivîskar Ozkan: Berteka Erdogan ji bo hilbijartinê ye
10:52 'Walî soz da lê nekir'
10:51 Ji ber girtina riyên gund nikarin sewalkariyê bikin
10:50 Revandina mirovan li paytexta Tirkiyeyê didome
10:36 Bêkes hêj nizane bavê wî jiyana xwe ji dest daye
10:11 Bav: Yên kurê min kuştin li derve kêfa xwe dikin
09:45 Dîroka penêr di vê muzeyê de ye: Muzeya Zavot Eko
09:44 Lord Glasman: Têkoşîna li Rojavayê mûcîzeya serdema me ye
09:42 Polîsan li Esnafê Cizîrê bicihkirina kamerayan ferz kir
09:34 Kincên wan nedan wan û sirgûn kirin
09:33 Vê carê jî qeyûm çav berda Bît Bazariyê
09:32 Masîvan: Em tên mexdûrkirin
09:32 'Heke mewzûata îskeleyê bê guhertin, wê cinayetên karî kêm bibin'
09:19 Çavê hawirdorparêzan li biryara Şûraya Dewletê ye
09:18 'Ocalan, bîrdoziya rizgariyê ya jinê dike'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2017'AN
11/12/2017
18:58 Li Silêmaniyeyê erdhejeke şideta wê 6.0 pêk hat
16:22 Li New Yorkê teqîn
15:52 Danişîna doza Reina dest pê kir
15:10 Îfadeyan rastî derxist holê: Tu tevdîr nehatiye girtin
14:54 Freemuse ji bo Ferhat Tunç kampanya îmzeyan da destpêkirin
14:41 Qedexeya derketina derve ya li gundan bi dawî bû
14:38 Qeyûm çawa hatin dê wisa biçin
14:32 Ji bo Gulmen û Ozakça bang li Komîsyona OHAL’ê kirin
14:30 Di roja 398'an de li Yukselê 3 kes binçav kirin
14:11 Pûtîn ferman da ku leşkerên rûsî ji Sûriyê vekişin
14:08 'Gumanek mezin Mossadê cenazeyê Haci Birlik kaşkirine'
13:08 Parlamenterê HDP’ê Zeydan anîn Xarpêtê
13:07 DBP'ê rapora qeyûmê aşkere kir: AKP kurdên bêrêveber dixwaze
12:22 Doza ku 138 HDP’î tên darizandin piştî 2 salan dest pê kir
11:57 Dozger ji Altan ên bira û Ilicak re cezayê muebeta girankirî xwestin
11:08 Karkerê ku hesin li serê wî ket mir
11:04 Siyasetmedara Firansî Rojava cihê jînkirina xeyalan e
10:59 Walî 12 gund û 3 taxên Bedlîsê qedexe kir
10:42 Li Şirnexê teqîn: Leşkerek mir
10:36 Malbatên Roboskê: Serokê Meclisê jî guleyek berda edaletê
10:16 Foza: Dê Erdogan li dadgehên navneteweyî bê darizandin
10:15 'Qedexeya' li Nisêbînê li taxên cuda dewam dike
10:09 Dîrektora HRW’ê ya Tirkiyeyê Webb: Sicîla Tirkiyeyê xerab e
10:08 Yaşli: Êrîşeke li dijî Efrînê dê krîza bi DYA'yê re kûr bike
09:49 Bîlgen: Li şûna Trump divê meclîs bê şermezarkirin
09:45 Saçilik: Ji bo jiyaneke azad divê em bi hev re deng derxînin
09:44 Zarokên Komeleya Sarmaşikê alîkariya wan dikir niha bê kes in
09:42 Dadwer parvekirinên der barê Sûr û Cizîrê de wek 'huriyeta îfadeyê' esas negirt
09:23 'Wê bi pergala 'navbeynkariyê' nehêlin jin dengê xwe jî derxîne'
09:23 Koçyîgît: Rojeva sereke ya kongreyê eniya demokrasiyê ye
09:22 Keskîn: Em bi wêrekî têbikoşin
09:21 Dozger pêdivî bi lêpirsîna kujerê Şehrîbanê nedît
09:17 Xwarina 10 kesan didin 24 kesan
09:15 Zeytûnvan ji debara îsal ne kêfxweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2017'A
10/12/2017
17:30 Dadgeha Îranê jina kurd bi 50 qamçî ceza kir
17:10 Polîsan wêneyê di mala şînê de bi zorê peya kir
17:02 Paylan: Agirê têkoşînê bi inat bilind dibe
16:43 Bila heqê herî kêm 2 hezar û 300 TL be
16:40 Parazvanên jiyanê çûn serdana Hevselê
16:23 Beştaş wêneyên wekîlên girtî parve kir, lêpirsîn lê hat vekirin
16:20 Sewalhez daketin kolanan