MÊRDÎN – Li 6 taxên navçeyên Nisêbîn û Kerboranê "Qedexeya derketina derve" hatibû îlankirin. Waliyê Mêrdînê li 4 taxan qedexe rakir û li 4 taxên cuda yên Nisêbînê qedexe îlan kir.
Walitiya Mêrdînê rojên borî li taxên Degerlî û Kilavuzê yên navçeya Kerboranê, li gundên Arbo û Efşê yên Nisêbînê "Qedexeya derketina derve" îlan kiribû. Walîtiyê qedexeya li 4 taxan di saetên şevê de rakir. Walîtiyê daxuyaniyek nû da û aşkera kir ku dê operasyoneke leşkerî li gundên Uçyol, Dagîçî, Dîbek û Guzelsuyê nû bidin destpêkirin û ji bo wê li herêmê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.