STENBOL - Nivîskar Fatîh Yaşli doza Reza Zarrab a li DYA'yê nirxand û aşkera kir ku pergala bankavaniya tirk, li hemberî bankavaniya navneteweyî îtibarek cidî winda kiriye. Yaşli hewldana êrîşeke li dijî Efrînê jî bi van gotinan şîrove kir: "Dê êrîş krîza bi DYA'yê re kûr bike."
Reza Zarrab bi sûcên ambartoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li ser Îranê kun kiriye, bi rêyên ne qanûnî bertêl û pere şaniye, rojên borî doza der barê wî de hat dîtin, Zarrab wekî îtiravkar hat guhdarkirin. Zarrab diyar kir ku li Tirkiyeyê wî saeteke 45-50 milyon euro bertêl daye Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan, ji ber ku li Çînê pirsgirêkên wan derketiye alîkarî daye kurê Muammer Guler, ji bo Wezîrê YE'yê Egemen Bagiş li Aktîfbankê hesab veke alîkarî dayê û dîsa der barê bazirganiya zêran a bi Îranê re ku di serdema serokwezîrtiya Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê wê demê Alî Babacan de pêk hatiye, gelek îtirafên balkêş kirin. Nivîskar Fatîh Yaşli destnîşan kir ku Zarrab tiştên ku nizane negotiye û wiha axivî: "Ev tiştên ku ew dibêje hemû agahiyên di dosyayên operasyona 17-25'e Kanûnê de cih digirin. Beşeke wan di rojnameyan de jî derketin. Civak bi desthilatdariyê re di heman keştiyê de nîne."
'HER KESÎ JI BERTÊLÊ XWAR'
Yaşli da zanîn ku dadgeha DYA'yê bi baldarî li ser hin belgeyan rawestiya ye û bi vê re hin tiştên ku qewimî ne bi zelalî dîtiye û ev tişt got: "Tişta ku li vir danîne holê ev e. Partiya desthilatdariyê ambargoya li ser Îranê kun kiriye, ji bo vê bike pergala fînansî û wezaretê xebitandiye. Bi vê re parek zêde kompare (meblağ) girtine, dema ev kirine hemû aktorên ku bûne parçeyekê vê, wezîr, midurê bankayan û burokrat ji pêvajoyê sûd girtine û ji bo xwe berjewendî bi dest xistine." Yaşli diyar kir ku çerxa bertêlê ji serî heta binî wekî zincîrekî hev du şopandine û li gorî pozîsyona pêvajoyê her kesî ji xwe re parek girtiye û wiha pê de çû: "Heke DYA desthilatdariya siyasî li Tirkiyeyê li ser kar nexwaze, dê bi rêya vê dozê desthilatdariyê hem di warê aborî û hen jî di warê polîtîkayê de di qada navbeteweyî de bitengijîne."
Yaşli anî ziman ku dê teqes DYA'a di warê kunkirina ambargoyê de cezayê pere bide wezîran, dê ev giraniya vî cezayî Tirkiyeyê di warê aborî de bitengijîne û ev axaftin kir: "Li gel vê dê pergala bankavaniyê ya tirk, li gel pergala bankavaniya navneteweyî dê îtibareke cidî winda bike, dê kredîbîliteya wê kêm bibe."
'DEMA DITENGIJE XWE DAVÊJE MESELEYA KURD'
Yaşli got ku "Doza Zarrab dewam dike, desthilatdariyê der barê operasyona li dijî Efrînê de daxuyanî dan" û wiha pê de çû: "Her gava ku desthilatdarî ditengije, yekitiya neteweyî, mijare bi hev re dixe rojevê û bi vê re xwe davêje meseleya kurd û wê derdixe pê. Efrîn wekî gelek deverên Rojava demek dirêj e di rojeva partiya desthilatdariyê de ye û niha sewqiyateke leşkerî ya cidî li ser sînor kiriye. Gelo ev mudaxale pêkan e? Pêkan e lê ne hêsan e. Ji ber ku piştî DAIŞ li Sûriyeyê paqij bû, DYA'yê negot 'Li vir karê me qediya û em ê vekişin.' Heta daxuyaniyên wekî 'Em ê bimînin' dan û tenê li Sûriyeyê mutefîqên wan kurd in. Ji ber wê ez zen nakim şerekî di navbera YPG û TSK'ê de bixwazin."
'OPERASYONA LI DIJÎ EFRÎNÊ DÊ KRÎZÊ KÛR BIKE'
Yaşli destnîşan kir ku têkiliyên di navbera Tirkiye û DYA'yê de gelekî xirab e û heke operasyonek li dijî Efrînê pêk bê, dê krîzê kûr bike û wiha dirêjî da axafitan xwe: "Li Efrînê Rûsya jî heye û wêneyên wê rojê li Dêra Zorê dan çapemeniyê jî em dikarin bêjin ku Rûsya naxwaze li Sûriyeyê kurdan ji DYA'yê re bihêle û ez difikirim ku dê ev di navbera Şam û kurdan de hin hev du qebûlkirina derxe pêş. Ev ûnsûr dê mudaxaleyê têxe zehmetiyê. Lê divê dîsa jî neyê ji bîrkirin ku di têliliyên navneteweyî de, dewletên herî alûde (bağımlı) xweseriyeke wan a dîtinbarî heye û di nav wê xweseriyê de tev digere. Bi rastî jî dema partiya desthilatdariyê gelekî tengijî, dibe ku operasyonekê li dijî Efînê dest pê bike. Dibe bingeha vê ya dîplomasiyê jî ava bike. Ev çiqas pêkan e, dê di rojên pêş de bi zelalî derkeve holê."
'CIVAK DIZANE DOZA ZARRAB YA DESTHILATDARIYÊ YEK E'
Yaşli herî dawî bertekên civayê yên der barê doza Zarrab de jî nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema ez li kuçeyan bi mirovan re diaxivim û çavdêriya wan dikim, civak di ferqa daxuyaniyên desthilatdariyê yên Ataturkî, antî-emperyalîst û dijberiya Amerîkayê de ye. Er ê dengekî zêde ji kuçeyê nayê, lê ji hêla din ve civak dê wê ferqê de ne ku desthilatdarî dixwaze bi axaftinên wekî yekitiya neteweyî û hwd. kesên deng nadin wê li pey xwe rêz bike. Yanî gel ji axaftinên 'Ev doz ne li dijî desthilatdariyê, li dijî Tirkiyeyê ye' bawer nake û her dem tîne ziman ku bi desthilatdariyê re di heman keştiyê de nîne. Ev tiştekî gelekî girîng û ji bo pêşerojê hêvjiyan dide."
MA / Bîlal Seçkîn