AMED - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen balkişand ser çalakiyên şermezarkirina Serokê DYA’yê Donald Trump û peymana navnetewî ya tekîldarî Mavî Marmara yê ku salek berê li meclîsê derbas bû û wiha got: “HDP tenê li hemberî Qûdusê hesas nêz bû.”
Çalakiyên şermezarkirina daxuyaniya Serokê DYA’yê Donald Trump a derbarê Qûdusê de berdewam dike. Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan bertekê herî dijwar nîşan da. Çalakiyên ji bo şermezar kirina şerê li heremê tê meşandin û kiryarên OHAL’ê tê qedexekirin, li hemû bajarên Tirkiyeyê û heremê rojane çalakiyên ji bo şermezar kirina Trump tê lidarxistin. Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen hevpeymana navnetewî ya Mavî Marmara ku ji beriya salekê bi dengên AKP’ê, MHP’ê û CHP’ê hatî derbas kirin bibîrxist û got şûna Trump dive meclîs bê şermezarkirin.
‘LI TIRKIYE YÊ REWŞA XIRABTIR PÊK HAT’
Bîlgen anî ziman pirsgirêka Fîlîstîn li Tirkiyeyê rola kaxeza tûrnosolê dileyîze û wiha axivî: “Dewlet di polîtîkayên xwe de bi hevgirtiya xwe tê nasîn. Bêgûman sekna Îsraîl a li hemberî Fîlîstîn nayê qebûlkirin. Lê li Tirkiye rewşa xirabtir pêk hat. Ji mûdaxaleyên li hemberî çalakiyên civakî bigirin heya girtina parlementeran gelek kiryarên Tirkiyeyê wekî Îsraîlê ye. Siyasetmedarên Rojhilata Navîn hînê pirsgirîkên xwe nedîtinê û peyamên hamasetê dayînê bûne.”
‘LI PEY DERIYÊN GIRTÎ FÎLÎSTÎN TÊ ÎSTÎSMARKIRIN’
Bîlgen destnîşan kir dewletên Rojhilata Navîn li pey deriyên girtî Fîlîstîn îstîsmar dikin û wiha got: “Divê mirov qala îstîsmarkirina Qûdus, doza Fîlîstîn û îstîsmarkirina Fîlîstîn bike. Dewletên Rojhilata Navîn bi daxuyaniyên kiftê û wekî nêzîkbûnên hesasiyetê xwe nîşand didin. Rojên pêşiya me geşedanên nû dê pêk were. Dê pêwendiyên pêşkeşên rojhilita navîn derbikeve holê.”
‘TENÊ HDP LI HEMBERÎ KÛDUS HESAS NÊZ BÛ’
Bîlgen balkişand ser çalakiyên şermezar kirina Serokê DYA’yê Donald Trump û ev tişt got: “Ji beriya salekê peymana navnetewî ya Mavî Marmara hat meclîsê. Ji bilî HDP’ê tu partiyên din dengê ‘Na’ neda. Hemû partiyên di meclîsê de daxuyaniyên hesasiyetê dan lê ji hemûyan an dengê ‘Erê’ dan an jî deng nedan. Vê rojê tenê HDP li hemberî Qûdus hesas nêz bû. Temaşegerên wê rojê, şûna li Enqere yê meclîsê şermezar bike, îro Trump şermezar dikin.”
ÇIMA LI DIJÎ KIRYARÊN LI AMED Û ŞIRNEXÊ BERTEK NÎŞAN NEDAN?
Bîlgen diyar kir biryara Trump li ber deriyê Qesra Spî ji aliyê misilmanan ve hat rexnekirin û axaftina xwe wiha domand: “Misilman kom bûn û di xûtbeyên wan de jî Trump hat rexnekirin. Li Tirkiye yê an jî Rojhilata Navîn deman serokên dewletan şaşitiyan dike, kî dikari li hemberî wan xûtbe bixwîne? Bê gûman dive kiryarên li ser gelê Fîlîstîn bê şermezarkirin. Lê dema heman tişt li Amed û Şirnexê di hat jîn çima kes bertek nîşan neda. Êrîşên li hemberî gelê kurd bi gotina ‘Ev terorîstin’ tê kirin ji xwe Îsraîl ji bi heman gotinê ser gelê Fîlîstîn zilmê dike. Dive tû kes teslîmê vê hişmendiyê nebe û li hemû qadan gel mafê mirovan sekna xwe bidomîne.”
MA / Ozgur Paksoy – Devran Toptaş