AMED - 32 hezar mirovên ku Komeleya Sarmaşikê ya bi KHK'ê hat girtin bi awayekî rêkûpêk alîkariya wan dikir, di cih de hatin hiştin. Malbatan diyar kir ku bi vê polîtîkayê ew hatine cezakirin û daxwaz kirin ku demildest komele bê vekirin.
Komeleya Sarmaşikê ku di sala 2006'an de ji aliyê rêveberên herêmî û saziyên civaka sivîl ve li Amedê hat avakirin û di warê zexîre de alîkariya 32 hezar mirovî dikir, piştî ku bi KHK'ê hat girtin feqîrên bajêr jî hatin mexdûrkirin. Piştî komele hat girtin 5 hezar û 400 malbat û nêzî 32 hezar mirov bê erzaq û pere hatin hiştin. Malbatan diyar kir ku nêzî salekê ye alîkariya wan nayê kirin û ji ber vê rewşa wan nebaş e. Malbatan dest nîşan kir ku bi vê polîtîkayê ew hatine cezakirin û daxwazkirin ku demildest komel bê vekirin. Her wiha hat hînbûn ku mehek berê erzaqên komeleyê ji aliyê qeyûmê Şaredariyê ve di bin navê alîkariyê de li mirovan hatiye belavkirin.
DERIYÊ HÊVIYÊ YÊ XIZANAN GIRTIYE
Ji xebatkarên dildar ê komeleyê Civaknas Zubeyde Oysal, got ku zêdeyî salekê ye deriyê komeleyê girtiye û ji ber vê malbatên alîkariya wan dihat kirin di rewşeke zehmet de ne. Oysal, got ku bi mohrkirina komeleyê gelek zexîreyên ku bi giştî nirxê wan nêzî 500 hezar lîreyî di depoyan de maye û malbatên xizan ji van erzaqan bêpar hatine hiştin. Oysal got ku komele ji bo bi hezaran xizanên li bajêr deriyê hêviyê bû û tenê ne cihekî ku zexîre belav dikir, di heman demê de ew cih bû ku jin û ciwan dihatin cem hev û bi piştevaniyî tev digeriyan.
32 HEZAR MIROV HATIN MEXDÛRKIRIN
Oysal dest nîşan kir ku komele di bin şert û mercên zor û zehmet de bêyî cudahiyê têxe navbera mirovan alîkariya 32 mirovî dikir. Oysal got ku komele hem di warê belavkrina zexîre hem jî di warê perwerdehiya zarokan de tev digeriya. Oysal anî ziman ku lê belê niha malbat di herdu waran de jî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ne û ji ber ku komele hatiye girtin niha malbat ji her du tiştan jî mehrûm bûne.
BI DEYN JI TOMERÎFIROŞAN ERZAQ DIKIRE
Yek ji ferdên wan malbatên xizan Remziye Dîrîk (65), li semta Yenîkoy a navêçeya navendî Rezan a Amedê tevî 8 zarokên xwe dijî. Dîrîk, diyar kir ku zûde hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û ji ber li malê kesekî/e ku bixebite tune bû Komeleya Sarmaşikê alîkariya wan dikir. Dîrîk got ku lê belê bi girtina komeleyê re ew mexdûr bûne û piştî qutkirina alîkariyan wan heta demeke dirêj bi deyn ji tomerîfiroşan erzaq kirî, lê belê ji ber wan nikaribûye deynê xwe bide êdî nikarin bikirin.
‘XERÎBAN TÊN CEZAKIRIN'
Dîrîk xwest ku ji nû ve Komeleya Sarmaşikê bê vekirin û ev tişt gotin: "Du mehan carekê erzaq didan min. Ji şekir bigire heta birinc, rûn, ava bacana û tiştên din didan. Ev mehekê têra zarokên min dikirin Ji ber komele girtiye alîkarî jî tune ye, em perîşan bûn. Fatûreyên avê û ceryanê ketine ser hev. Her ku dikevin ser hev faîz tê ser. Girtina komeleyeke alîkariya xizanan dike tê wateya cezakirina me."
Jina bi navê Naciye Piyala (48) jî diyar kir ku piştî girtina komeleyê tu derî alîkariya wan nekiriye. Piyala, diyar kir ku Komeleya Sarmaşikê tenê di warê erzaq de alîkarî nedikir di heman demê de di warê perwerdehiya zarokan de jî tev digeriya. Piyala dest nîşan kir ku niha hevjînê wê yê ji sedî 90 berasteng e di girtîgehê de ye. Piyala got ku heke komele ji nû ve bê vekirin ev ê ji bo feqîran pir baş be. Piyala diyar kir ku gelek kes hene nan peyda nakin û kesên komele girtine ji halê birçî û feqîran fêm nakin.