MANÎSA - Dadgehê kiryara bersûcê ku wêneyê Arîn Mîrkan a ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û alaya YPG'ê di hesabê xwe yê medyaya civakî de parve kir di çarçoveya "huriyeta îfadeyê" de nirxand, lê belê ji ber parvekirinên der barê Sûr û Cizîrê de ceza li 10 kesan birî.
Li Manîsayê di 20'ê Çileya 2017'an de 11 kes di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin û ji vana 9 jê bi tawanbariya "propaganadaya rêxistinê" hatibûn girtin û di danişîna ewil a li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Manîsayê pêk hat de hatibûn berdan. Dadgehê di encama darizandinê de biryara xwe daxuyand û ji bersûcan der barê Rojîn Otun biryareke mînakdar da û ew beraet kir.
Dadgehê kiryara bersûca ku ji ber wêneyê Arîn Mîrkan a ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û alaya YPG'ê di hesabê xwe yê medyaya civakî de parve kir de bi "propagandaya rêxistinê" hat tawanbarkirin, di çarçoveya "huriyeta îfadeyê" de esas girt.
Lê belê heman dadgehê çalakiya 10 kesên ku parvekirinên têkildarî Sûr û Cizîrê parve kirin di çarçoveya "huriyeta îfadeyê" de esas negirt û bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" û li her bersûcekî sal û 6 meh û 20 roj ceza birî. Dadgehê li 10 bersûcan bi giştî 15 sal û 7 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birî.