Koçyîgît: Rojeva sereke ya kongreyê eniya demokrasiyê ye

  • rojane
  • 09:23 11 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê Desteya Giştî ya 8'emîn de axivî. Koçyîgît dest nîşan kir ku wan di civakê de bi awayekî tevahiyî pêvajoyeke rêxistinbûyînê pêk neaniye û ev yek ji bo wan cihê xwerexnekirinê ye û wiha got: "Wê li hemberî faşîzmê pêkanîna eniya demokrasiyê yek ji madeyên wan ên sereke ya kongreyê be." 

Wê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 17'ê Kanûnê roja yekşemê de bi dirûşmeya "Bi meclîsan ber bi demokrasiyê, bi komara demokratîk ber bi azadiyê ve" Desteya Giştî ya Awarte ya 8'emîn pêk bîne. Beriya desteya giştî Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît 6 salên HDK'ê nirxand. Koçyîgît destnîşan kir ku ji roja damezrandina HDK'ê heta niha, HDK di demokrasiya Tirkiyeyê de tekabulî xaleke watedar dike. Koçyîgît anî ziman ku HDK di 6 salên ku li pêyî xwe hiştiye de hema bêje piraniya hedefên ku diyar kiriye pêk aniye û dema mirov li aktorên siyasî, derdorên civakiyî, derdorên baweriyî yên di nav xwe de dihebîne dinere, kifş dibe ku ka rêxistineke çi qas pêkhêner e. Koçyîgît wiha got: "Mirov nikare bêje em hemû muxalefeta çep a Tirkiyeyê di nav xwe de dihebînin, lê em dikarin bêjin ku di bin banê HDK'ê de hêzeke çep-sosyalîst a hêzdar heye." 
 
Koçyîgît diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku tevkariyeke stratejîk a hêzdartir di bin banê HDK'ê de bînin gel hev û ev tişt gotin: "Di merheleyên ku em nikaribin vê yekê pêk bînin de, nexwe di bin banê HDK'ê de di meseleya me ya neyekkirina huqûqa avaniyên demokratîk, meseleya me ya tifaqê ya bi hêzên çepgir heye. Ev hêzên hevalbend, ew hêzên dost in ku em li Tirkiyeyê li gel hev dimeşin."
 
Koçyîgît dest nîşan kir ku HDK li Tirkiyeyê hemû ezber tarûmar kirine û balê kişand ser polîtîkayên ku darbeya 80'yî li ser derdorên çepgir meşandiye û
ev tişt gotin: "Dema em li wan rêxistinên çepgir ên hemû belav bûne dinerin û têkoşîna wan a di qadên cuda de dinerin, a rast HDK nav li meseleya têkoşîna yekgirtî dike. Bi tevgera siyasî ya kurd re, tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê anî gel hev." 
 
‘XWEREXNEYA ME HEYE' 
 
Koçyîgît dest nîşan kir ku wan di civakê de bi awayekî tevahiyî pêvajoyeke rêxistinbûyînê pêk neaniye û ev yek ji bo wan cihê xwerexnekirinê ye û wiha domand: "Heke hîn jî bi navê AKP'ê partiyek hebe, heke hîn jî li vî welatî pirsgirêka kurd bi aştiyeke rûmetdar nehatibe talankirin, heke hîn jî jin bi taciz, tecawuzê re rû bi rû dimînin, heke penaber bi erzanî tên xebitandin, heke hîn jî madenvan di şert û mercên wek ên serdema navîn madenê derdixin, heke hîn jî qadên hêşîn tên talankirin nexwe di van tiştan de hin tiştên ku me nekirine hene. Heke me di asta ku em dixwazin me HDK'ê birêxistin bikira wê îro ne faşîzma AKP-MHP'ê hebûna ne jî ev polîtîkayên talankeriyê. Ji ber ku me nekir, îro îktîdar ewqas hêzdar e û hebûna xwe bi şer didomîne. Lê belê xwerexnekirina me ya sereke ew e ku di avakirina meclîsan û rêxistinbûyîna civakiyî de me xwe negihand wê asta ku em dixwazin." 
 
‘ÎTIRAZA ME HEYE' 
 
Koçyîgît dest nîşan kir ku wek HDK'ê divê hemû kes tev li jiyanê bibe û biryarên der barê xwe de bi xwe bide û ev tişt gotin: "Em wisa difikirin ku divê bi awayekî çalak tev li pêvajoyên biryarwergirtinê bibin. Pergala heyî, ji van tiştan hemûyan dûr e. Demokrasiyeke pirtemsîliyî heye, lê niha ew jî tune ye. Lê îtiraza me ji bo pergaleke ku li ser navê we biryaran werdigire heye. Pergala ku ferd kirdeya wê ye ji bo me pergala derbasdar e." 
 
‘EM Ê RÊXISTINBÛYÎNA XWE BIDOMÎNIN' 
 
Koçyîgît, diyar kir ku ew di pêvajoyeke ku li hemberî pêkhate û endamên wan ên desteya rêvebir bênavber operasyon tên lidarxistin de ber bi desteya giştî ve diçin. Koçyîgît diyar kir ku HDK tu carî dev ji meseleya rêxistinbûyîna civakê bernedaye. Koçyîgît dest nîşan kir ku jiyana siyasî ya rojane hewl dide hemû hêzên demokrasiyê têxe bin zeptûreptê û wiha got: "Em wisa difikirin ku paşvebirina faşîzmê bi parastin û pêşvebirina avaniya me ya rêxistinbûyî pêkan e. Li hemberî van girtin û zextan em ê rêxistinbûyîna xwe bidomînin." Koçyîgît got ku koalîsyona AKP û MHP'ê hewl didin xwe wek "rejîmeke faşîst" mayînde bikin, lê belê wê di kongreya wan de li hemberî faşîzmê sernavên sereke zeximkirina komara demokratîk be. 
 
Koçyîgît, bi bîr xist ku HDK ne partiyeke siyasî ye û tevî hemû hêzên demokrasiyê bikaranîna kuçeyê û kuçe bivênevêya wan e. Koçyîgît anî ziman ku demokrasî û wekhveiya esil li kuçeyan bi dest dikeve û ew ê ji bo vê tev bigerin. Koçyîgît dest nîşan kir ku ew ê ji bo vê yekê li her derî rêxistinbûyîna xwe pêk bînin.
 
MA/ Yasin Kobulan-Bilal Seçkin 
 

Sernavên din

13/12/2017
10:45 Ji bo jiyanek aram bila meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL
10:33 Kujerê Kemal Kurkut sibê derdikeve pêşberî darazê
10:25 ‘Ocalan ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn di yekîtiyê de israr dike'
10:01 Gundî di demsala zivistanê de bê av in
10:00 Leşkeran rê girt têkilî qut bû
09:40 Yekane hosteya jin a taxê: Nesîbe Curga
09:40 Derewek ji derewên AA, ÎHA û DHA'yê
09:39 Ji meclîsê têkildarî kelepçekirinê bersiva balkêş
09:38 16 cenazeyên li Cizîrê hêj winda ne
09:37 Binpêkirina mafan li Girtîgeha Xarpêtê zêde dibe
09:36 Ziya Pir: Rizandineke heye
09:34 Girtiyên Xarpêtê 42 roj di greva birçîbûnê de ne
09:33 5 fîlmên kurdî xelat wergirtin
09:33 'Êdî tu tahma hesinkariyê jî nema'
09:32 Fabrîkaya dîrokî kirine warê tiryakêşan
09:31 Bi awazên stranan nanê tendûrê dipihêtin
09:30 'Ocalan çavkaniya birdoziya azadiya jinê ye'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2017'AN
08:36 Li Zonguldakê hezan: Karkerek mir
12/12/2017
20:55 Du cenaze anîn Nexweşxaneya Qoserê
18:49 Hemû welatiyên gund binçavkirin
18:21 Muslîm: Hêj gelek gundên Himûs Hama û Îdlibê di destê DAIŞ'ê de ne
18:00 Ji bo îdîanameyê pere ji girtiyan xwestin
17:25 Bi hezaran karkeran dest ji kar berdan
16:48 14 kesên li Qamişlo hatin kuştin li Amedê bibîr anîn
16:34 4 kes bi îxbara nediyar hatin girtin
16:17 DAIŞ’ê li Rihayê hevsera xwe birîndar kir serbest e
15:48 Li Misirc û Êlihê bi dehan kes hatin binçavkirin
15:04 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
15:03 Xizmên girtiyan: Em agahiyan ji girtîyên Xerpêtê nagirin
14:33 Li Kolana Yukselê dîsa êrîş kirin: 5 kes binçav kirin
14:27 Rapora TJA: Girtîgeh bûne kampên dîlgirtinê
14:22 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
14:14 Doza Manîsayê: Zimanê min kurdî ye û welatê min Kurdistan e
13:29 Dozger li Platforma 1HaberVarê lêpirsîn vekir
12:43 Kirman a Îranê bi erdhejeke dijwar hejiya
12:38 Kiliç 30 rojin di çalakiyê de ye
12:20 Ozsokmenler: Ji pêşketina demokrasiya herêmî tirsiyan
12:19 Hevserokê HDP'ê yê berê hat girtin
11:54 Parlamenter Zeydan dê sibê derxin danişînê
11:50 'Divê kes jenosîda li Şengalê ji bîr neke'
11:39 Parêzerên Ocalan cara 712'an xwestin biçin Îmraliyê
11:17 Nivîskar Ozkan: Berteka Erdogan ji bo hilbijartinê ye
10:52 'Walî soz da lê nekir'
10:51 Ji ber girtina riyên gund nikarin sewalkariyê bikin
10:50 Revandina mirovan li paytexta Tirkiyeyê didome
10:36 Bêkes hêj nizane bavê wî jiyana xwe ji dest daye
10:11 Bav: Yên kurê min kuştin li derve kêfa xwe dikin
09:45 Dîroka penêr di vê muzeyê de ye: Muzeya Zavot Eko
09:44 Lord Glasman: Têkoşîna li Rojavayê mûcîzeya serdema me ye
09:42 Polîsan li Esnafê Cizîrê bicihkirina kamerayan ferz kir
09:34 Kincên wan nedan wan û sirgûn kirin
09:33 Vê carê jî qeyûm çav berda Bît Bazariyê
09:32 Masîvan: Em tên mexdûrkirin
09:32 'Heke mewzûata îskeleyê bê guhertin, wê cinayetên karî kêm bibin'
09:19 Çavê hawirdorparêzan li biryara Şûraya Dewletê ye
09:18 'Ocalan, bîrdoziya rizgariyê ya jinê dike'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2017'AN
11/12/2017
18:58 Li Silêmaniyeyê erdhejeke şideta wê 6.0 pêk hat
16:22 Li New Yorkê teqîn
15:52 Danişîna doza Reina dest pê kir
15:10 Îfadeyan rastî derxist holê: Tu tevdîr nehatiye girtin
14:54 Freemuse ji bo Ferhat Tunç kampanya îmzeyan da destpêkirin
14:41 Qedexeya derketina derve ya li gundan bi dawî bû
14:38 Qeyûm çawa hatin dê wisa biçin
14:32 Ji bo Gulmen û Ozakça bang li Komîsyona OHAL’ê kirin
14:30 Di roja 398'an de li Yukselê 3 kes binçav kirin
14:11 Pûtîn ferman da ku leşkerên rûsî ji Sûriyê vekişin
14:08 'Gumanek mezin Mossadê cenazeyê Haci Birlik kaşkirine'
13:08 Parlamenterê HDP’ê Zeydan anîn Xarpêtê
13:07 DBP'ê rapora qeyûmê aşkere kir: AKP kurdên bêrêveber dixwaze
12:22 Doza ku 138 HDP’î tên darizandin piştî 2 salan dest pê kir
11:57 Dozger ji Altan ên bira û Ilicak re cezayê muebeta girankirî xwestin
11:08 Karkerê ku hesin li serê wî ket mir
11:04 Siyasetmedara Firansî Rojava cihê jînkirina xeyalan e
10:59 Walî 12 gund û 3 taxên Bedlîsê qedexe kir
10:42 Li Şirnexê teqîn: Leşkerek mir
10:36 Malbatên Roboskê: Serokê Meclisê jî guleyek berda edaletê
10:16 Foza: Dê Erdogan li dadgehên navneteweyî bê darizandin
10:15 'Qedexeya' li Nisêbînê li taxên cuda dewam dike
10:09 Dîrektora HRW’ê ya Tirkiyeyê Webb: Sicîla Tirkiyeyê xerab e
10:08 Yaşli: Êrîşeke li dijî Efrînê dê krîza bi DYA'yê re kûr bike
09:49 Bîlgen: Li şûna Trump divê meclîs bê şermezarkirin
09:45 Saçilik: Ji bo jiyaneke azad divê em bi hev re deng derxînin
09:44 Zarokên Komeleya Sarmaşikê alîkariya wan dikir niha bê kes in
09:42 Dadwer parvekirinên der barê Sûr û Cizîrê de wek 'huriyeta îfadeyê' esas negirt
09:23 'Wê bi pergala 'navbeynkariyê' nehêlin jin dengê xwe jî derxîne'
09:23 Koçyîgît: Rojeva sereke ya kongreyê eniya demokrasiyê ye
09:22 Keskîn: Em bi wêrekî têbikoşin
09:21 Dozger pêdivî bi lêpirsîna kujerê Şehrîbanê nedît
09:17 Xwarina 10 kesan didin 24 kesan
09:15 Zeytûnvan ji debara îsal ne kêfxweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2017'A
10/12/2017
17:30 Dadgeha Îranê jina kurd bi 50 qamçî ceza kir
17:10 Polîsan wêneyê di mala şînê de bi zorê peya kir
17:02 Paylan: Agirê têkoşînê bi inat bilind dibe
16:43 Bila heqê herî kêm 2 hezar û 300 TL be
16:40 Parazvanên jiyanê çûn serdana Hevselê
16:23 Beştaş wêneyên wekîlên girtî parve kir, lêpirsîn lê hat vekirin
16:20 Sewalhez daketin kolanan