EDENE - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskîn, diyar kir ku cudahiya serdema niha li gorî ya 90'an ewe ku rûyê dewletê yê nedihat dîtin niha derketiye holê. Keskîn, xwest hêviyên xwe qut nekin û bi hêvî û wêrekî ji her her demê bêtir têbikoşin.
Parazvana mafên mirovan û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Prz. Eren Keskin, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye yên salên 1990'an û niha û diyar kir ku di salên 90'an de îhlal berê pir zêde bûn, lê veşartî dihatin kirin. Keskin, anî ziman ku wê demê Tirkiye ji darbeya leşkerî nû derketibû û wiha got: "Wê demê li dijî tevgera kurd zextên gelek zêde hebûn. Salên 90'an ji bo parastina mafên mirovan pêvajoyek gelek girîng e. Ji ber ku wê demê cînayetên kontrgerilla hebûn. Cînayetên kujer nediyar hebûn. Gund dihatin şewitandin û gund dihatin valakirin. Wê demê îhlalên mafên mirovan û îşkence gelek zêde bû."
'ŞÛNA TOROSÊN SPÎ NIHA MAŞÎNEYÊN MEZIN GIRTINE'
Keskîn, anî ziman ku piştî hikûmeta AKP'ê hat ser îktîdtarê gotin hat guhertin û wiha got: "AKP'ê jî bi gotina xwe wekî Torosên spî bi nav dikir. Em niha nikarin bêjin torosên spî qediyan. Na em nikarin bêjin toros bi dawî bûn. Torsên spî çûn li şûna wan maşînê zirxî yên mezin hatin. Ji salên 1915'an heta niha di hişmendiya Komara Tirkiye de tu guhertin çênebûye. Hişmendî berdewam dike. Lê dîsa me her dem hêviya guhertinê kir. Bi pêvajoya aştiyê re hevîya me zêdetir bû. Lê piştî tevgera siyasî ya sivîl a kurd bû xwedî hêz, hikûmetê dîsa polîtîkayên tundiyê xistin dewrê."
BÊ CEZA TÊ HIŞTIN
Keskin, destnîşan kir ku hiştî hilbijartina 7'ê Hezîranê tevgera siyaseta kurd bû xwedî hêz, dewlet û hikûmetê dîsa serî li rêbazên tundiyê da û wiha got: "Em aşkere dibin şahidê vê yekê. Di salên 90'an de dîsa îşkence hebû. Lê dewletê hêza xwe veşarî nîşan dida. Niha aşkere nişan dide. Li dijî binpêkirina mafên mirovan necezakirin heye. Bersûc û sûcdar nayên cezakirin. Dijberî cezakirinê kesên sûc dikin tên xelatkirin û payeya wan tê bilind kirin. Kesên tev li sûc dibin wan tînin asta jortirîn. Mînaka vê yekê Musa Çitil e. Çitil di salên 90'an de li Mêrtînê tev li gelek bûyerên kuştinan bû. Tev li tundiya zayendî bû. Lê nehat ceza kirin. Dijberî vê yekê li Sûrê bû Fermandarê herêmê. Dewlet li dijî pirsgirêka kurd polîtîkaya tundiyê dixe meriyetê.
NIHA ÎŞKENCE REWA YE
Keskîn, anî ziman ku herî zêde li bajarên herêmê serî li ÎHD'ê didin û wiha berdewam kir: "Di salên 90'an de îşkence gelek zêde bû. Digotin karmendê me vê yekê nakin. Lê niha li ser medya civakî îşkencekar bi xwe îşkenceya kirine belav dikin. Heta em li ser medya civakî bedenên hatine kuştin û perçekirin li vir dibînin. Li hemberî vê yekê doz jî nayê vekirin û nayên cezakirin. Kesên vê yekê îtîraz dikin doz li wan tê vekirin. Rewşa wekî ku her kes her dem dikare bê girtin û têkevin girtîgehê hatiye avakirin."
DI 90'Î DE DIHIŞTIN CENAZEYAN DEFIN BIKIN LÊ NIHA NAHÊLIN
Keskin, da zanîn ku di vê pêvajoyê de mafê herî zêde tê binpêkirin mafê azadiya ramanê ye û wiha lê zêde kir: "Gelek siyasetmedar û kesên cuda bi sucdariya "Heqaret li serokomar kiriye" tên darizandin. bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" tên darizandin. An em hemû hatine bêdeng kirin an jî dixwazin me hemûyan bêdeng bikin. Em dê li dijî vê yekê heta ji destê me bê îtîraz bikin. Niha reng û ruyê îşkeneya di salên 90'an de nedihat dîtin êdî aşkere tê kirin û tê dîtin. Hikûmet û dewleta kûr (Ergenekon) li hev kir û bûn yek. Mirov ji kar hatin dûrxistin. Kolan hatin qedexekirin. Hikûmeta ku diyar dike ku baweriya wê heye, lê destûr nade malbatên gerilla yên jiyana xwe ji dest dane li gorî baweriya xwe bên defin kirin. Di salên 90'î de jî tiştekî wisa tune bû.
DIVÊ EM BI WÊREKÎE TÊBIKOŞIN
Prz. Eren Keskîn, herî dawî bang li hemû mirovan kir ku mafê xwe biparêzin, li mafê xwe xwedî derkevin û bi wêrekî têbikoşin û wiha got: "Divê kes hêviyên xwe qut nekin. Bi hêvî û wêrekî ji her her demê bêtir têbikoşin. Tirkiye hem li hundir hem li derve pirsgirêkê wê hene. Tirkiye bi hemû cîhanê re di nava şer de ye. Ji ber vê yekê bawer nakim ku ev zêde dirêj bike. Ji vê pêvajoyê ne tenê muxalif her kes zerar dibîne. Divê her kesên ji vê yekê zerarê dibîne biwêrekî têbikoşin.
MA / Hamdullah Kesen - Berivan Altan