*Seyithan Şemo ku ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê hat berdan diyar kir ku xwarina 10 kesan didin 24 kesan. Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê Fîkret Kara jî agahiyên zextên li girtîgehê bi dayika xwe Nebahat Kara re parve kir û diyar kir ku girtî rastî lêdanê tên.
*Ji ber ku havîn hişk derbas bû, zeytûnvanên gundê Ûlaş ê Tarûsê ji rewşa zeytûnan a îsal ne razî ne.
*Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê Desteya Giştî ya 8'emîn de axivî. Koçyîgît dest nîşan kir ku wan di civakê de bi awayekî tevahiyî pêvajoyeke rêxistinbûyînê pêk neaniye û ev yek ji bo wan cihê xwerexnekirinê ye û wiha got: "Wê li hemberî faşîzmê pêkanîna eniya demokrasiyê yek ji madeyên wan ên sereke ya kongreyê be."
*Endama Komeleya Keda Jinê ya Kocaeliyê Hîlal Karûl dest nîşan kir ku wê bi "navbeynakariyê" re şideta li hemberî jinê zêde bibe û wiha got: "Dema şidet li jinê bê kirin, wê nehêlin ku dengê xwe derxîne."
*Dadgehê kiryara bersûcê ku wêneyê Arîn Mîrkan a ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û alaya YPG'ê di hesabê xwe yê medyaya civakî de parve kir di çarçoveya "huriyeta îfadeyê" de nirxand, lê belê ji ber parvekirinên der barê Sûr û Cizîrê de ceza li 10 kesan birî.
* Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen balkişand ser çalakiyên şermezarkirina Serokê DYA’yê Donald Trump û peymana navnetewî ya tekîldarî Mavî Marmara yê ku salek berê li meclîsê derbas bû bibîrxist û wiha got: “HDP tenê li hemberî Kûdusê hesas nêz bû.”
*32 hezar mirovên ku Komeleya Sarmaşikê ya bi KHK'ê hat girtin bi awayekî rêkûpêk alîkariya wan dikir, di cih de hatin hiştin. Malbatan diyar kir ku bi vê polîtîkayê ew hatine cezakirin û daxwaz kirin ku demildest komele bê vekirin.
*Velî Saçilik ê bi KHK'ê ji kar hat avêtin û ji bo vegere ser karê xwe li Enqereyê têdikoşe, destnîşan kir ku ew mecbûr in nêvengeke hevpar a ku tê de kurd û tirk bi hev re têbikoşin biafirînin û wiha got: "Ji bo jiyaneke azad divê em bi hev re deng derbixin."
*Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskîn, diyar kir ku cudahiya serdema niha li gorî ya 90'an ewe ku rûyê dewletê yê nedihat dîtin niha derketiye holê. Keskîn, xwest hêviyên xwe qut nekin û bi hêvî û wêrekî ji her her demê bêtir têbikoşin.
*Şehrîban Dînç a ku hevjînê wê Esat Dînç ew qetil kiribû, dê rûniştina dozê kuştina wê di 13'ê Kanûnê de bê dîtin. Dozger lêpirsîna der barê kujer Dînç de bi dawî kir. Ferdên malbatê yên ku hat gotin piştgirî dane kuştina Şehrîbanê, bê sûc hatin dîtin û dozger pêwîstî bi lêpirsînê nedît.
* Nivîskar Fatîh Yaşli doza Reza Zarrab a li DYA'yê nirxand û aşkera kir ku pergala bankavaniyê ya tirk, li hemberî bankavaniya navneteweyî îtibarek cidî winda kiriye. Yaşli heldaneke êrîşa li dijî Efrînê jî bi van gotinan şîrove kir: "Dê êrîşa krîza bi DYA'yê re kûrtir bike."
* Danişîna doza 11 jê xwendekar 12 kesên li Wargeha xwendekaran a Suleymaniyan a Aladagê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Kozan a Edeneyê bê dîtin. (9:30)
* Danişîna doza rêveberên HDP'ê ku 57 jê irtî 138 endam û rêveberên HDP'ê tên darizandin dê li Manîsa bê dîtin. (10.00)
* 4'emîn danişîna Rojnameger Ahmet Altan, Prof. Dr. Mehmet Altan û Nazli Ilicak jî di navde 7 bersûc dê li Edliyeya Çaglayanê ya stenbolê derkevin pêşerî dadger. (10.00)
* Partiya Herêmên Demokratîk dê têkildarî tayinkirina qeyûman û piştî wê rapora salekê li Demir Otelê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (10:00)
* Mi minasebeta Hefteya Mafê Mirovan li Îzmir, Stenbol û bajarên din dê daxuyanî bên dayîn.
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 398'emîn de berdewam bike. (13:30-18:00)