Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin

  • rojane
  • 16:03 10 Kanûn 2017
  • |
img
AMED – Raportora HRW'ê ya Tirkiye Emma Sinclair Webb, diyar kir ku li Tirkiye bi awayekî keyfî mafên mirovan tê binpêkirin û keyfîyet serdest e. Webb destnîşan kir ku dixwazin împaratoriya tirsê ava bikin.
 
Parazvanên mafên mirovan ÎHD, TÎHV, Babora Amedê, Odeya Tabîban, Înîsiyatifa Mafan a Amedê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên mirovan dê li avahiya li salona konferansê ya DESOB'ê sempozyuma mafên mirovan pêk anî. Di sempozyumê de parazvanê mafê mirovan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên demokratîk û gelek kesên din amade bûn. Di Sempozyumê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî pêşkêşvanî kir û çavdêriyên xwe yên li ser 2 salên dawî parve kir. 
 
‘EWLEHIYA CANÊ KESÎ TUNE YE' 
 
Racî Bîlîcî, diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriya demokratîk bi dawî bû  şer dest pê kir û binpêkirina mafên miran zêde bû. Piştî OHAL'ê binpêkirina mafan zêdetir bû. Bîlîcî, xwest ji bo rakiran OHAL’ê her kes di nava tekoşînê de be û wiha got: "Li vî welatî bi red û înkarê tu kes nagêje armanca xwe. Heta kurd neyên qebûl kirin pirsgirêk çareser nabe. Her çend zext û tundî zêde bibe jî me dê her tem vê rastiyê bînin ziman. Me di vê pêvajoyê de birêz Tahir Elçî winda kir. Îro li Tirkiye ewlehiya canê tu kesî tune ye." 
 
WEBB: HER TIŞT BI KEYFÎ PÊK TÊN
 
Raportora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ya Tirkiye Emma Sinclair Webb jî diyar kir ku li Tirkiye bi awayekî keyfî mafên mirovan tê binpêkirin û keyfîyet serdest e. Webb destnîşan kir ku dixwazin împaratoriya tirsê ava bikin û wiha got: "2 sal berê me li Şirnexê xebat kir. Lê îsal ew şert jî tune ne. Ev rewş binpêkirina mafên mirovan şirove dike. Geşedanên li Tirkiye pêş dikevin nîşan dide ku keyfî ne. Binçavkirin, girtin û îxrac hene. Her tişt keyfî ye. Rêgezên gerdûnî û yên neteweyên yekbûyî ketine bin piyan û kirine mijara niqaşê." 
 
Webb, anî ziman ku li hemû qadên cihanê rêgezên gerdûnî yên mafên mirovan esas tên girtin û kes nikare niqaş bike û wiha got: "Lê îro li vir ev rêgez kirine mijara niqaşê. Nava demokrasiyê hatiye valakirin. Di pêvajoyên wisa de qîmeta demokrasiyê namîne. Mafê rêgeza piranî û hurmeta rêgezan tê binpêkirin. 'Vîna neteweyî' mînaka vê yekê ye' 
 
‘TENÊ JI ROJNAMEGERÊN TÊN NASÎN RE AZADÎ TÊ XWESTIN'
 
Webb, bal kişand ser azadiya çapemeniyê û azadiya îfadeyê jî û wiha berdewam kir: "Li Tirkiye azadiya çapemenî û ramanê ji holê hatiye kakirin. Hikûmetê rojnamegerên ku ratiyan lêklîn u lêpirsîn bike ji holê rakiye. Kes nikare polîtîkayên îktîdarê lêpirsîn bike. Li Tirkiye êdî her tişt nabe nûçe û nûçeya her tiştî nayê çêkirin. Rojnameger êdî nikarin têkevin şopa nûçeyan. Neçarin destûrê ji rayedarên dewletê bixwazin. Li aliyê din tenê ji bo rojnamegerên navdar azadî tê xwestin. Divê ji hemû rojnamegeran re azadî bê xwestin." 
 
'DADGEH DI BIN ZEXTA SIYASETÊ DE NE'
 
Webb, rewşa darazê jî rexne kir û wiha lê zêde kir: “Dadgeh di bin zextên zêde yên îktîdarê de ne. Hin doz di raya giştî de cin nagirin. Doza Rojnameya Cumhuriyetê di rayagiştî de cih nagire. Li Tirkiye wekîl, şaredar û parazvanên mafên mirovan girtî tên darizandin. siyasetmedar girtî tên darizandin. Dema mirov li dosyaya Selahattin Demirtaş binere dikare rewşa welat bibîne. Bi taybetî li herêmê li dijî siyasetmedaran zext zêde bûn û li her derê Tirkiye belav bûn. 
 
Webb, bal kişand ser referanduma 16'ê Nîsanê û wiha got: "Naveroka bingeha mafê mirovan hatiye pûçkirin. Me lêkolin kir. Me dît ku zextên pergalê li ser darazê gelek zêde ye. Li Tirkiye dîsa li ser parazvanê mafên mirovan zextên gelek zêde ne. Divê me bi hevre têkoşîna mafên mirovan bidin û mafên mirovan biparêzin. Divê berî her tiştî rêxistinên demokratîk û sivîl vê têkoşînê bidin. Divê em xwe bigînin her kesî û ji bo mafê her kesî têbikoşin. " 
 
PRZ. SAMAN: GEŞEDANÊN LI HERÊMÊ BÛ SEDEMA TRAVMAYAN
 
Parazvana mafê mirovan Prz. Rehşan Bataray Saman jî diyar kir ku di 2 salên dawî de ji ber şer zêde bûye travma zêde bûye. Saman, anî ziman ku dema li binpêkirina mafan dinere dibînen ku bi şerê li bajaran re şikestinek heye û bi OHAL'ê re şikestinek heye.  Bataray, da zanîn ku piştî OHAL hat îlankirin bi awayekî rêk û pêk binpêkrina mafan zêde bûye." 
 
Koordînatorê Komîsyona Mafên Zarokan ê Baroya Amedê Prz. Nahit Eren jî mijara “Rewşa mafê jin û zarokan" vegot. 
Eren, Serokê Baroyê Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin bibîr anî û wiha got: "Piştî kuştina Elçî li herêmê pêvajoyek nû ya binpêkirina dest pê kir." 
 
KOMAN: ÎKTÎDAR HERÎ ZÊDE LI SER ZAROK Û JINAN ZEXTAN DIKE
 
 Serokê Komeleya Gundem Çocuk Esin Koman jî diyar kir ku di vê pêvajoya şer de herî zêde jin û zarok zor û zahmetiyan dijîn û herî zêd îktîdar dixwaze li ser jin û zarokan zextan pêş bixe. 
 
OZBEK: GEŞEDANÊN PÊŞ DIKEVIN SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE
 
Prz Gulşen Ozbek jî li ser îhlal û mafên jinan rawestiya. Gulşen, da zanîn di 2 salên dawi de piştî hikûmetê di sala 2014'an de Plana Hilweşînê amade kir, binpêkirin zêde bû. Ozbek, anî ziman ku hemû binpêkirina mafên mirovan di pilana têkçûnê de pêş ket û wiha bi dawî kir: "Hemû geşedanên di bin plana têkçûnê de pêş ket sûcê mirovahiyê ye. Dema mirov li gorî zagonan binere hemû tiştên 2 salên dawî sûcê mirovahiyê ye." 
 
Sempozyum bi niqaş û mijarên din didome. 
 

Sernavên din

10/12/2017
16:14 Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan
16:03 Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin
15:42 2 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man
15:41 Çalakavanên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
15:27 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin
15:20 Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin
14:46 5 kesên pankart bi pira Bogazîçî ve kirin hatin binçavkirin
14:33 Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike
12:30 Doza komkujiya Reina sibê dest pê dike
12:26 Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
12:20 Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne
11:27 Waliyê Mêrdîn çoltarên Kerboran û Nisêbînê qedexe kir
11:08 Av li Qersê qerizî
10:22 Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger
09:56 Saleke îdianameya du hevserokên jin nehatiye amadekirin
09:26 Lozan: Ocalan netewa demokratik, Erdogan desthilatdariyê dixwaze
09:15 TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin
09:14 Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
09:13 Navenda penaberan e an girtîgeh e
09:12 Ji ber milê qutbûyî bi 2 îdîayên cuda hat darizandin
09:10 Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir
09:09 Meleyê KÎD'ê: Di definkirinê de bi çekê li ser serê me disekinin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
09/12/2017
22:42 Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan
21:23 Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin
17:56 Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îfadeya wî negirtin û şandin girtîgehê
17:28 'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin'
16:56 Ji bo Kirboga şîn danîn
16:37 ‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’
16:08 ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin
15:43 Çalakiyên Rêxistinên Demokratîk: Kuştin û tundî zêde bû
14:48 Di çalakiaya li Kolana Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin
14:47 Tabloya herî tarî ya binpêkirinan
14:36 Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye
14:25 Xizmên windayan aqubeta Haci Şîlî pirsî
14:18 Dayikên Şemiyê: Dewlet lîstika ker û lalan dilîze
14:05 Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin
13:43 Rojnameger Ogreten: Tenê hewşa girtîgeha derve mezin e
13:42 ‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’
12:59 Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
12:48 Li Sûrê dîrok jî binax kirin
12:47 Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan
12:18 Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e
11:55 Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye
11:35 HDP'iyên tahliye bûn qala Girtîgeha Tarsusê kirin
11:10 '18 hezar karker mirin'
10:59 Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt
09:55 DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike
09:47 Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e
09:46 Endezyarên madenê: Ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e
09:44 Trafo li hewşa dibistanê bi cih kirin
09:43 Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin
09:42 Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît
09:42 'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'
09:26 Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
09:24 Qeyûm bostan jî hişk kir
09:23 Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî
09:22 Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir
09:22 Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp
09:21 Ji Çiyayê Şengalê dayikên Bakurî silav kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
08/12/2017
16:07 Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin
15:58 Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin
15:43 Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin
15:26 ‘275 rojin edalet birçî ye'
15:18 Binpêkirinên mafan ji hemû salên borî derbas kir
15:15 ‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide'
15:14 Çawa ji girtîgehê derket dîsa binçavkirin
14:47 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
14:23 Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê!
14:00 Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in
13:36 TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye
13:23 DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be
12:58 ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'
12:55 Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
12:26 Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
12:13 Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin
12:09 2 kes li Geverê binçav kirin
12:08 Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin
11:53 NY hêj bêdeng e
11:43 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:13 Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye
10:41 Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin
10:30 Rektorî ye yan daraz e?
10:29 Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne
10:27 Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in
10:24 Mele Arkan: Wek mizgeftan malên şînê jî yên gel in
10:22 Serokê VANTSO'yê îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
10:12 Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin
10:11 Li Girtîgehê werem heye lê bijîşk tune
10:09 Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê
10:00 Dikandarê bajar bi bajar ketiye pêyî şopa dengbêjan
09:58 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende
09:38 Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye
09:35 23 salin li dijî bişavtinê têdikoşe
09:13 Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
08:46 Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir
07:01 Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin
07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin