DENÎZLÎ - 2 zarok li Denîzliyê bi îstismara zayendî ya zilamê bi navê Dursun Ozkan re rû bi rû man.
Li taxa Sirakapilar a navenda Denîzliyê, zilamê bi navê Dursun Ozkan bi jinekê re jiyan dikir. Hat diyar kirin ku keça 16 salî ya ku Ozkan bi dayika wê re dima û hevala wê ya di heman temenî de, bi îstismara zayendî ya Ozkan re rû bi rû mane. Piştî zarokan bûyer ji mamosteyên xwe yên rehberê re parve kir, Ozkan hat binçavkirin.
Piştî îfadeya Ozkan a li dadgehê, hat girtin û şandin girtîgehê. Li gorî agahiyan zarokên keç 2 salan bi awayekî sîstematîk bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane.