ENQERE - 7 çalakvanên Kolana Yukselê yên xwestin bi boneya Hefteya Mafê Mirovan a 10’ê Kanûnê daxuyanî li ber Bîrdariya Mafê Mirovan bidin, hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya akdemîsyên Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ku ji kar hatin avêtin di roja 277’an û çalakiya kedkarên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 397’an de dom kirin. Çalakvanan, xwestin bi boneya Hefteya Mafê Mirovan a 10-17’ê Kanûnê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan ku bi martalên polîsan hatiye dorpêçkirin, bidin. Lê polîsan pêşiya çalakvanan girtin û destûr nedan daxuyanî bidin. Polîsan pankarta çalakvanan çirandin û 7 kes bi lêdanê kirin binçavan.