STENBOL - Êrîşkarê Reînayê Abdulkadir Masharipov ku di sersalê de erîş pêk anî û 39 kes kuşt jî di navde 51 girtî 57 bersûcên tên darizandin dê sibê Sîlîvrî derkevin pêşberî dadgehê.
Yekemîn danişina doza komkujiya li Reîna ku 39 kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest da dê sibê li Sîlîvrê bê dîtin. Abdulkadir Masharipov (Ebu Muhammed El Horasani) ku li dijî Navenda Şahiyê Reîna ya Ortakaya Stenbolê çalakî pêk anî û 39 kes kuştin, li Esenyurtê di 17'ê Çile de hat binçavkirin û piştî 25 roj şûnde sewqî dadgehê hat kirin. Masharipov jî di navde 51 kes hatin girtin û der barê 57 kesan de doz hat vekirin. Danişina doza 57 bersûcên komkjiya Reîna dê li dadgeha Kampusa Silivrî bê dîtin. Ji bersûc Abdülgadir Masharipov heta 2 hezar û 370 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Serdozerê komarê yê Stenbolê di îdîanameyê de yek jê polis 39 kesên kuştî, 60 jê biyanî 122 kesan jî wekî mexdûr nîşan daye.