MÊRDÎN – Walitiya Mêrdînê, li 6 gundên çoltara navçeyên Kerboran û Nisêbînê bi hinceta “operasyona leşkerî” qedexeya derketina kolanan îlan kir.
Valitiya Mêrdînê, li gundên Degerli û Kilavuzê ya Kerboranê û taxên Arbo, Efşê, Yakinca û Guzelsuya yên li herêma Bagokê ya Nisêbînê dimîne û cihên êzidî û suryaniyan e qedexeya derketina kolanan îlan kir. Walîtiyê bi hinceta “operasyona leşkerî” qetexe îlan kir û dê heya fermaneke din berdewam bike. Piştî qedexeyê li herêmê liv û tevgera leşkerî zêde bû.