QERS - Hevseroka HDP'a Qersê Sevda Subaşi û Hevseroka DBP'a Qersê Yelîz Çopur nêzî salekê ne di girtîgehê de ne, hêj îdianameya wan nehatiye amadekirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê Sevda Subaşi û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yelîz Çopur, salek e di girtîgehê de ne. Subaşi û Çopur di 27'ê Kanûna 2016'an de hatin girtin û bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" û "Li ser navê rêxistinê çaşakî û xebat kirine, bingeha daraza rêxistinê ava kirine", heta niha hêj dernexistine dadgehê û îdianame jî nehatiye amadekirin.
Dosyaya lêpirsînê ya der barê Çopur û Subaşi de hatiye amadekirin, biryara "veşarî" li ser dosyayê ranekirine.
AŞTIYA DI NAVBERA MALBATAN DE BÛ SÛC
Sûcdariyên der barê Subaşi û Çopur de jî gelekî balkêş in û bê bingeh in. Ji ber ku siyasetmedaran malbatên di navbera wan de pirsgirêk heyî li hev anîne, aştiya civakî wekî sûc tê dîtin.
Ji derveyê van axaftinan, hin axaftinên ku bi hevalên xwe û endamên partiya xwe re kirine, wekî sûc tê dîtin û bûye sedema girtina wan.
BI KEÇA XWE YA 4 SALÎ RE GIRTÎ YE
Sevda Subaşi li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê girtin. Rojên borî kongreya HDP'ê ya Qersê dîsa hat lidarxistin û Subaşi careke din wekî hevseroka bajêr hat hilbijartin.
Hevseroka DBP'ê Yelîz Çopur jî bi keça xwe ya 4 salî Nûdemê re di Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê de tê girtin. Çopur û 24 jinên li girtîgehê, di 3'yê Tebaxa 2017'an de gardiyanan bi ser koxûşên wan de girtibû û îşkence li wan kiribûn.