ENQERE - Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan di ziyareta Yunanistanê de xwest serdestiya xwe ya li ser gravên Egeyê pêk bîne û got “Em Lozanê nûjen bikin". Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di Newroza 2010'an de gotibû 'Em di navbera kurd û tirkan de peymanek nû çêkin û peymana Lozanê nûjen bikin." Peyama Ocalan û peyama Erdogan a der barê Lozanê de ku dijberî hevin, niqaşên nû bi xwere anî.
Rêperê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2010'an de peyam da û gotibû: "Hevkariya navbera kurd û tirkan ya sala 1920'ê, divê îro jî di çarçoveya demokratîk de pêk bînin. Werin em li hemberî xetera Sewrê, Lozanê nû bikin. Nûkirina peymana Lozanê, tê wateya neteweya demokratîk, komara demokratîk û welatê demokratîk. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan jî herî dawî di ziyareta Yunanistanê de got divê Peymana Lozan bê nûkirin. Erdogan bi armanca serdestiya gravên Egeyê li Tirkiye zêde bikin xwest lozan bê nûkirin. Erdogan, di 29'e Îlona 2016'an de di civîna keyayan de gotibû “Hûn nikarin Lozanê wekî serkeftinekê bi me bidin xwarin. Kîder vê yekê serkeftin e?” Erdogan, 9 meh şûnde di 24'ê tîrmeha 2017'an de jî gotibû “Lozan tapû û seneda Tirkiye ye.
OCALAN DI NEWROZA 2010'AN DE BANGA NÛKIRINA LOZANÊ KIRIBÛ
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2010'an de diyar bal kişandibû ser girîngiya nûkirina peymana Lozanê û wiha gotibû: "Dixwazin kurd û tirkan bixin pêsîra hev. Lîstik hene. Lê belê kes vê bi awayekî zelal û cidî nabîne. Ez li vir xwe diçirînim. Ez nizanim, BDP'ê ev yek çiqas ferq kiriye. Ev lîstikeke Îngilistan, Emerîka û NATO'ye. Dixwazin bi derxistina şerê kurd û tirk, Tirkiyê zêdetir bi xwe ve girê bidin. Bi anîna min ya li vir, dixwestin tiştên li Baxdayê pêk anîne, li Tirkiyê jî pêk bînin. Lê belê min ev lîstik xera kir. Min pêşiya ji hev kuştina gelan girt. Ev çiqasî tê fêm kirin, nizanim. 11 salin ez ji vir diqîrim. Eger pirsgirêkê çareser nekin, tiştên ku ti kes texmîn nake, wê biqewimin. Gelê me, ne wekî keça 15 salî ya ku dikare were xapandin e. Gel hişyar bûye û wê neyê lîstikan. Mûstafa Kemal neçar maye dev ji Mûsûl û Kerkukê, ku di nav sînorê Mîsak î Mîllî bûn berde û tawizan bide îngilîzan. Komar bi awayekî birîndar ava bûye. Bi trajediyeke wiha dest pê kiriye. Yên ku di sala 1920'ê de nekarîne welêt bi dest bixin, ji sala 1926'ê û pê ve û îro bi dest xistiye. Li hemberî vê, çareseriya demokratîk û hevkarî pêwist e. Hevkariya navbera kurd û tirkan ya sala 1920'ê, divê îro jî di çarçoveya demokratîk de pêk bînin. Werin em li hemberî xetera Sewrê, Lozanê nû bikin. Nûkirina peymana Lozanê, tê wateya neteweya demokratîk, komara demokratîk û welatê demokratîk. Ev zînniyeta tirk-suniye. Erdogan xwe vir de û wê de dike û gelek bi talûke dilîze. PKK ji Silêmanî heta Behra Reş xwedî hêza berxwedanê ye. Ev berxwendan ne tenê ya kurdan, a gelan e. Qonaxa yekemîn, ji 1973'an heta 84'an e. Ya dûyemîn ji 1984'an heta 93'an e. Ya sêyemîn jî, ji 93'an heta roja me ya îro ye. Em ji 93'an heta niha, hewldanên ji bo çareseriyê, li hev kirin û diyalogê dimeşînin. Piştî Newrozê qonaxeke nû dikare dest pê bike. Di dîroka welatan de, qonaxên şoreşan hene. Di 1789'an de piştî şoreşa Fransa, qonaxa Napolyon, di 1917'an de piştî şoreşa Sovyetan, rewşa şerê hundur a di navbera 1918 û 1922'an de heye. Nizanim li Tirkiyê wê pêvajoyeke çareseriyê karibe pêş bikeve. Hinekî îhtîmala wê kêm xuya dike. Lê hindik be jî, hê hêviya min heye."
MIN ROLA XWE PEK ANÎ
"Min rola xwe pêk dianî. Jixwe di şertên li vê derê de, tenduristiya min û rewşa min ya fîzîkî jî ne guncav e. Ez hikumxwarek im. Niha dijîm, lê wê sibe çi bibe, nayê zanîn. Dibe ku bimirim û bêm kuştin jî. Di binê vê çalê de, hêza fîzîka min ya berê jî, nema. Di van rewşan de, nikarim rêbertiyê bikim. Tiştekî bi vî rengî exlaqî jî nabînim. Ne exlaqê min û ne jî fîzîka min destûrê nadin tiştekî wisa. Ji bo PKK'ê jî, ji bo BDP'ê jî û ji bo kurdan tevan dibêjim. Bila bi xwe biryara xwe bidin. Ez texmîn dikim, PKK li her 4 parçeyan bi hêz bûye. Hêza xwe mezin kiriye. Ez hêvî dikim BDP pêvajoya aştiyê bi ser dixe. Bi qasî ku tenduristî û şertên min destûrê bidin, ez ê jî alîkariya aştiyê bikim."
JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ HÛN PÊŞIYA MIN VEKIN
Ji bo di qonaxa nû de, hewldanên aştî û çareseriya demokratîk pêş bikevin, pêwist e pêşiya min vebe. Ji bo dewama hewldanên aştiyê, divê zarok û siyasetvanên girtî bên berdan û benda ji sedî 10 jî, dakeve ji sedî pêncan. Eger ev pêk bên, wê pêvajoya çareseriyê pêş bikeve û ez ê jî tiştên bikevin ser milê min bi cih bînim. Tevî ku pirsgirêkên ewqasî girîng û mezin hene, cidî nêz nabin. Ji bo Diyarbakirspor di lîgê de bimîne herkesî, Erdogan, Baykal û Bahçelî li hev kirine. Yanî eger Diyarbakirspor di lîgê de bimîne, weke ku wê pirsgirêk çareser bibe, tevdigerin. Dixwazin Diyarbakirsporê jî, wekî alaveke tesfiyekirinê bi kar bînin. Hinek hene, wekî ku eger Diyarbakirspor di lîgê de bimîne, wê rûmeta neteweyî ya kurdan rizgar bibe, tevdigerin. Yanî ewqasî ne cidî nêz dibin. Lewma tehlûke bi rastî jî gelek mezin e. PKK hêza xwe pêş xist, ji Silêmanî heta Behra Reş xwedî hêza berxwedanê ye. Gotina 'wê PKK sînoran biguherîne' ne rast e. Ti hedefa me ya guhertina sînoran nîne. Em ne evîndarên çekan in jî. Em çekan wekî alavên xwe parastinê dibînin."
ÇARESERÎ PÊK BÊ DÊ ÇEK BI DAWÎ BIBIN
"Eger çareserî pêş bikeve, wê çek bên danîn. Eger bi ser pisîkekê de jî biçî ew ê xwe biparêze. Eger hûn zextan li PKK'ê bikin, wê PKK xwe biparêze û şer bike. Ew ê êdî şerê gerîla pêş bixe, çalakiyên bajaran pêk bîne, nizanim ew ê çi bike lê belê ew ê bi her awayî xwe biparêze. Ez PKK'ê baş nas dikim. PKK naşibe El Qaîde. Dikare El Qaîde ji bêrîka xwe derxe. PKK hêza xwe pêş xistiye û mezin kiriye. Di PKK'ê de 3 nifş hene. Nifşa berê, navîn û nişfa nû. Hêz, tecrûbe û rêbertiya wê heye. Ji Silêmanî heta Behra Reş hêza wê ya gerîla heye. Ew ê li ber xwe bide. Ev berxwedan ne bi tenê ya PKK û kurdan e, ev berxwendana gelan e. Ew ê li ser navê Tirkiye û gelên Tirkiyê jî li ber xwe bide."
Ocalan anî zimên ku tespîta wî ya ji bo nûkirina peymana Lozanê, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye û got: "Ez vê ji bo mafên kurdên Başûr jî, pêşniyar dikim. Emerîka vedikişe. Li hember kurdên Başûr êrîş dikarin pêk bên. Li Tirkiyê jî tehlûkeya şerê kurd û tirk heye. Li hemberî van, konferanseke neteweyî gelekî girîng e. Min nêrîn û pêşniyarên xwe berê anîbûn zimên. Ez 5 pîvan û 4 pêşniyarên pratîk careke din pêşniyar dikim. Konferans dikare di çarçoveya van pîvanan de pêk were." Ocalan xwest ku hemû kes di derbarê mezinahiya talukê de bên agahdarkirin û got: "Eger gelê Tirkiyê jî were agahdarkirin, wê ji sedî 90'ê civakê tevlî pêvajoya çareseriyê bibe."
"Pêwistî bi pratîkê heye. Divê bi berpirsyariyê rabin. Divê bi awayekî leztir alternatîfekê biafirînin. Careke din dibêjim. Çawa Mûstafa Kemal bi kurdan re hevkarî pêk anî û bi ser ket, ez jî ketime nava lêgerîna hevkariya bi Tirkan re. Ez rola xwe mezin nakim, lê belê ya dixwazim bikim ev e. Lîstikên Îngilistan, Emerîka û NATO'yê jî ancax bi vî rengî dikarin bêencam bên hiştin."
MA / Kenan Kirkaya