ÊLIH - Li Êlihê di bûyerên civakî ya 2013'an de milê Îhsan Ekîncî qut bû. Piştî bûyerê der barê Ekîncî de doz hat vekirin û bi îdiaya "Bombe avêtiye polîs" rastî 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat. Ekîncî piştî hat berdan vê carê di sala 2016'an de bi îdîaya "Di pevçûna li çiyê de milê wî qut bû" û "Endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin û ceza dixwazin.
2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bi hinceta "Bombe avêt polîsan û milê wî qut bû", 3 sal û 4 meh ceza li Îshak Ekîncî birîn. Heman dadgehê piştî 3 salan ji dozeke cuda îdia kir ku "Dema endamê rêxistinê yê çiyê bû, di pevçûnê de milê wî qut bû" dozeke din li Ekîncî vekir. Di 15'ê Sibata 2013'an de li navenda bajêr daxuyanî dihat dayîn, bûyer qewimîn û desê Îshak Ekîncî ji zendê de qut bû. Hat îdiakirin ku dema Ekîncî "Bombe davêt polîsan destê wî qut bûye", bi hejmara 2015/340 û biryara 2015/63 ya 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran, doz lê hat vekirin. Di dawiya dozê de 3 sal û 4 meh ceza li Ekîncî hat birîn.
DESTPÊKÊ BOMBEYA ZINDÎ Û PIŞTRE ENDAMÊ RÊXISTINÊ
Ekîncî piştî ew ceza qedand û tahliye bû, 2 meh şûn de bi fikara bembeya zindî ye dîsa hat girtin. Dema Ekîncî girtî bû, dozeke din jî lê hat vekirin û vê carê bi "Endamtiya rêxistinê" hat sûcdarkirin. Doza bi hejmara 20177304'an ji hêla 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat vekirin, hat îdiakirin ku "Di pevçûna li çoltara Licê de milê wî qut bûye." Hat diyarkirin ku li çoltarê belgeyek hatiye dîtin û ji "Endamtiya rêxistinê" doz lê hat vekirin, hat gotin ku di belgeyê de "Îhsan Ekîncî (Brûsk Êlih)" tê de hatiye nivîsandin.
MILÊ QUTBÛYÎ CAREKE DIN QUT KIRIN!
Dozger milê di sala 2013'an de qutbûyî nedît, da zanîn ku Ekîncî di Adara 2016'an de tev li rêxistinê bûye, dema li çoltara Licê bûye, di 04.07'ê Kanûna 2016'an de li herêmê operasyon hatiye destpêkirin, di pevçûnê de milê Ekîncî qut bûye. Dozger bi vê jî têr nebû, îda kir ku piştî milê Ekîncî qut bû, li herêma "Baterê" tedawî ditiye.
FACEBOOK JI BO ENDAMTIYA RÊXISTINÊ TÊRKER E!
Dozger qet mijara ku Batere gundê Ekîncî ye neanî bîra xwe, diyar kir ku Ekîncî li ser hesabê medyaya civakî yê Facebookê "Gerîla Wêne" ecibandiye û bi vê rêyê "Propagandaya rêxistinê" kiriye û ev ji bo sûcdariyê têrker dît.
ÎDIAYÊN SOSRET!
Di îdianameya dozger de ev tişt cih girtin: "Agahiyên der barê kesê bi fikar ê bi navê Îshak EKÎNCÎ de li bajarên wekî Amed û Bedlîsê hatine bi dest xistin, kesê bi fikar hem bi Amed û hem jî bi Bedlîsê re di nava têkiliyê de ye, li her du qadan jî agahî girtine binê qeydê, kesê bi fikar çûye qadên PKK/KCK'ê û perwerde dîtiye."
JI DADGEHA BILIND DOSYA HAT XWESTIN
Rûniştina li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin, li ser daxwaza parêzerên Ekîncî ev tişt hat gotin: "Îhsan Ekîncî yê di dadgehê de tê darizandin, dosyaya wî li dadgehê ye îdianameya di dosyayê de û divê sûretekê wê ji biryarê bê girtin û bixin nava dosyayê, der barê Îhsan Ekîncî de, bersûc di kîjan demê de li girtîgehê maye, divê ji Girtîgeha Êlihê bê xwestin, heke neqlê girtîgeheke din bê kirin, divê ev xisûs jî bê lêkolînkirin û hemû agahiyên ketin û derketina girtîgehan ji dadgeha me re bê şandin."
Ekîncî yê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê tê darizandin, ev 15 meh e di girtîgehê de ye.
MA / Rifat Şahîn