RIHA – Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Rihayê Mahmût Ongor ê bi hinceta "îfadeya wî maye" ji girtîgehê birin şaxa TEM'ê ya Rihayê, bêyî ku dozger îfadeya wî bigire disa şandin girtîgehê.
Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Rihayê Mahmût Ongor, di 28'ê mijdarê de bi hinceta "îfadeya wî maye" ji girtîgehê derxistin û birin şaxa TEM'ê ya Rihayê. Ongor, piştî 10 rojan dîsa li TEM'ê hat rawestandin û rastî îşkenceyê hat, bêyî îfadeya wî li dozgeriyê bistînin dîsa şandin girtîgehê. Mahmut Ongor di 12'e Mijdarê de hatibû binçavkirin û piştî 11 rojan di bin çavan de mabû. Ongor di 23'ê mijdarê de li dadgehê hatibû girtin û şandibûn girtîgeha Tîpa T a Rihayê. Piştre di 28'ê Mijdarê de polîsên TEM'ê bi hinceta îfadeya wî kêm maye, dîsa ji girtîgehê derxistin û birin biribûn TEM'ê. Hat diyar kirin ku bêyî Mahmut Ongor derxin dosgeriyê ew dîsa şandin Girtîgehê.
Porêzerê Ongor Mikaîl Yavuz, diyar kir ku sedema anîna Ongor a TEM'ê bi hinceta di dosyaya wî de agahiyên nû hene û dozgerî dê îfadeya wî bistîne ji girtîgehê derxistine û wiha got: "Piştî Ongor ji girtîgehê dîsa birin TEM'ê 3 rojan rastî îşkenceyê hat. Piştî 11 rojan dîsa şandin girtîgehê. Muwekilê min disa şandin Girtîgeha tîpa T a Rihayê. Gotin dê îfadeya wî bistînin ji girtîgehê derxistin. Lê bêyî dîsa derxin dozgeriyê dîsa şandin girtîgehê. Birina wî ya TEM’ê bi awayekî keyfî ye û li dijî zagon û hiqûqê ye. Ger ku îfadeya wî negirtin çima birin TEM'ê. Ger ku birin TEM'ê çima dozger îfadeya wî negirt. Em niha li benda encama Saziya Tipa Edli ne. Em dizanin ku dê di raporê de jî rastî şopa îkenceyê nehatibe. Lê dîsa em dê piştî encamê serlêdana sûc bikin. Ji bo şopa îşkence jê biçe merhem dabûn Ongor.