NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Sivîl Demokratîk, bi minasebeta heftya mafên mirovan li Amed, Edene û Mêrsînê civînên çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku kuştina zarokan û tundiya li ser civakê zêde bûye. Rêxistinên Sivîl ên Demokratîk diyar kirin ku 160 saziyên çapemeniyê hatin girtin û hêj 166 rojnameger girtî ne.
Parazvanên mafên mirovan ÎHD, TÎHV, Babora Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Înîsiyatifa Mafan a Amedê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên mirovan, li avahiya ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku dê di nava hefteyê de bi minasebeta hefteya mafên mirovan çalakiyan pêk bînin. Bîlicî, anî ziman ku hemû binpêkirinên mafên mirovan ên tespît kirine dê dinava hefteyê de bi cemaweriyê re parve bikin. Bîlîci rapora ku ji aliyê Rêxistinên Sivîl ên Demokratîk ve hatine amadekirin parve kir. Bîlîcî, anî ziman ku Tahîr Elçî bi awayekî çalak mafê mirovan diparast û hat kuştin û lêpirsîna der barê wî de bi rêk û pek nehatiye kirin û hêj tarî ye. Bîlîcî, da zanîn ku di pêvajoya şer de 3 hezar mirov hatin kuştin û bi îlana OHAL'ê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor.
Bîlîcî, anî ziman ku ji be herêmên taybet ên ewle û bi sedan operasyonên leşkerî qat hatin qedexekirin mafê mirovan ên li gund û çoltaran dijîn hatiye binpêkirin û asteng kirin.
TUNDIYA LI SER JINAN ZÊDE BÛ
Bîlîcî, anî zimna ku bi OHAL'ê te îşkence û tundiya li ser jinan zêde bû îşkenceya li girtîgeha bû bi aweyekî sîstematîk. Bîlîcî tundiya lis er jinan di 2017'an de bi kuştinan berdewam kir. Kujer û bersûc nehatin cezakirin. Li Tirkiye cudakariya zayendî û newekhevî bêtir kûr bû."
‘KUŞTINA ZAROKAN ZÊDE BÛ'
Bîlîcî, bal kişand ser kuştina zarokan û destnişan kir ku bi taybetî binpêkirina mafên zarokan zêde bûye û kuştina zarokan jî zêde bûye. Bîlîcî xwest bi lezgîn OHAL bê rakirin û wiha berdewam kir: "Bi rêzkirinê binpêkirina mafan nayê vegotin. Berî her tiştî wekî parazvanên mafên mirovan em dixwazin OHAL bi lez û bez bê rakirin. Bêyî cudahiya ziman, nasname, bawerî, nijad, netew bê kirin, em bang li rayedaran dikin ku erka Peymana Gerdûnî ya NY'ê pêk binin û mafê jiyanê yê pîroz biparêzin.
Bîlîcî bal kişand binpêkirinen serdema OHAL’ê û wiha got:
“* Bi KHK'yan zêdeyî 100 hezar personelên cemaweriyê ji kar hatin dûrxistin."
* Di serdema OHAL'ê de zêdeyî 160 weşanên çapemeniyê hatin girtin û dest danîn ser malên wan.
* 166 rojnameger hêj girtî ne. Der barê dehan rojnameger de lêpirsîn û doz hat vekirin. Gelek rastî cezayê girtîgehê hatin.
* 94 jê şaredariyên DBP’ê bi giştî 101 şaredarî qeyûm hat tayînkirin.
* 110 hevşaredarên DBP’î pişti tayînkirina qeyûmê hatin girtin. Hêj 68 hevşaredar girtî ne.
* 9 jê wekîlên HDP’ê û 1 jê wekîlê CHP’ê 10 parlamenter hêj girtî ne.
* 5 parlamenterên HDP’ê wekîltiya wan hat betalkirin. Gelek wekîl rastî cezayê girtîgehê hatin.
EDENE
Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi armanca 10 - 17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan, bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskin û Sekretera Giştî ya ÎHOP'ê Feray Salman civîna çapemeniyê pêk anîn. Keskîn, diyar kir ku têkoşîna mafên mirovan her dem zor e, lê di serdema şer û tundiyê de bêtir zor e. Keskîn, anî ziman ku heta bêje bes mafê azadiya ramanê hatiye astengkirin. Keskîn, da zanîn ku di salên 1990’an de bi cînayetên kontrgerilla mafê azadiyê dihat binpekirin û wiha got: “Hikîmeta AKP'ê digot torosên sipî dê carek din dernekevin kolanan. Lê niha mirov bi maşînê mezintir tên kuştin. Hevalekî me li girtîgehê rastî îşkenceyê hat. Heta niha bi qasî niha li girtîgehan îşkence pêk nehatiye."
Sekretera Giştî ya ÎHOP'ê Feray Salman, jî anî ziman ku ji her demê bêtir îhlal û binpêkirina mafan zêde bûye. Salman Hrant Dink û Tahir Elçî bibîr anî û wiha got: “Di serdema OHAL'ê de herî kêm 135 hezar mirov ji mafê kar bêpar hatine hiştin. Polîtîkayên bêcezakirinê didomin. Bi hinceta OHAL heye dadgeh bersûcan ceza nake. Piştî civina taştê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi heman armancê li parka Ataturkê daxuyanî da çapemeniyê. serokê ÎHD'ê yê Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, daxuyanî da û anî ziman ku piştî îlana OHAL'ê hemû mafên mirovan ên bingehîn hatine binpêkirin.
MERSİN
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi minasebeta Hefteya Mafên mirovan 10 - 17'ê Kanûnê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Sekreterê giştî yê ÎHD'ê Osman Îşçî û nûnerên rêxistinên demokratîk tev li civinê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'e yê Mêrsînê Ali Tanrıverdî jî anî ziman ku bi OHAL'ê binpekirina mafan gelek zêde bûye û hiqûq hatiye tunekirin.
Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Osman Îşçî jî anî ziman ku bi îlana OHAL'ê mafê mirovan ji holê rabûye û hiqûq ketiye bin piyan.
Rêveberê îHD'ê yê Mêrsînê Îlhan Kiliç jî daxuyanî da diyar kir ku divê dîsa li pêvajoya çareseriya demokratîk vegerin û tenê rêya çareseriya pirsgirêka kurd polîtîkayên aştiyane ye.