AMED - ÎHD û xizmên windayan di çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de aqûbeta Haci Şîlî yê di sala 1993’an de li navçeya Basa ya Şirnexê hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 461’an de li avahiya ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Velî Saçilik yê bûye navê sembol ê çalakiya Kolana Yukselê jî piştgirî da çalakiya xizmên windayan. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hilgirtin û pankarta wêneyên windayan li ser hat vekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, nûnerên TÎHV’ê, Meclîs Dayikên Aştiyê, Odeya Tabîban a Amedê, Înîsiyatîfa Heq a Baroya Amedê ji beşdarê çalakiya xizmên windayan bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de aqûbeta Haci Şîlî ya di sala 1993’an de li navçeya Basa ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hatî windakirin û tu agahî jê nayê girtin pirsîn.
‘DEMA ŞIVANÎ DIKIR HAT WINDAKIRIN'
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Haci Şîlî xwand û wiha got: “Haci Şîlî li gundê Basa ya Şirnexê şivanî dikir. Leşkerên saetên serê sibê ji operasyonê dihatin Şîlî û birayên wî derp kir û 4 diranê Tahîr Şîlî şikandin. Fermandarê leşkeran ji Haci Şîlî xwast ku çanteya wî heya wesayitê bibe. Haci bi leşkeran re ketin nava daristanan û êdî venegeriya. Birayê Haci heya êvarê li benda wî ma û piştre jî serî li Qereqola Gideran da. Li qereqolê ji birayê wî re gotin ‘Agahiya me jê tûne ye’. Piştre jî serî li Qereqola Cendermeyî ya Dihê da û dîsa encam negirt.”
Yalçin da zanîn malbata Şîlî serî li Walitiya Sêrtê da, lê encam nastênin û ji wê rojê şûnde agahî ji Haci Şîlî nayê girtin. Daxuyaniya xizmên windayan bi 5 deqeyan çalakiya rûniştinê bi dawî bû.