STENBOL - Rojnameger Tunca Ogreten ê di 6'ê kanûnê de ji doza belgeyên Wezîre Enerjiyê Berat Albayrak serbest hat berdan, diyar kir ku derve jî bûye girtîgeh û tenê hewşa girtîgeha derve ji hewşa girtîgeha hundir mezintir e.
Edîtorê diken.com.tr yê berê Tunca Ogreten û xebatkarê Rojnameya BîrGun Mahîr Kanaat ku ji bi hinceta e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê RedHack’ê ve hatin parve kirin û kirin nûçe girtî dihatin darizandin piştî 11 mehan di 6'ê Kanûnê de hatin bertan. Tuncay Ogreten piştî hat berdan der barê rewşa girtîgehê û derve de nirxandin kirin. Ogreten ê piştî 323 rojan hat berdan, ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Ogreten, anî ziman ku tu ferqa girtîgehê û derve ji hev tune û wiha got: "Cihê ku em lê mabûn em dê disa nivîsa xwe berdewam bikin. Em 24 rojan di bin çavan de man. Piştî em sewqî dadgehêkirin em şandin girtîgehê. Pêvajoya binçavkirinê bi xwe bêhiqûqiya herî mezn bû. Navedora dosyaya lêpirsînê vala bû. Di şertên asayî de diviya bû em bihatina berdan. Lê ji ber em demek dirêj di bin çavan de hiştin polîs xwest be bigire. Ji bo xwe ji berpirsiyariya binçavkirinê xelas bikin biryara girtinê da."
Ogreten, anî ziman ku ewil bi sucdariya "Endamtiya DHKP-C" hat tawanbarkirin û piştî îdîaname hat amadekirin vê carê ji bi sucdariya "Endamtiya FETO û DHKP-C'ê" hat tawanbarkirin. Bawerim li gorî tarza jiyana rojnamegeran îdîaname der barê wan de amade kirin. Ez hêj fam nakim çima gotin endamê DHKP-C'ê. Dîsa ji ber ku ez demekê di Rojnameya Tarafê de xebitîm ez bi FETO tawanbar kirim. Dîsa di cîhanê de minaka kesekî hem endamê DHKP-C û FETO be tune ye. Ev li dijî aqilan e."
EZ DÊ GIRTÎEHÊ WEKÎ SALONA MAHRÊ BIBÎR BÎNIM
Ogreten, anî ziman ku herî zêde ji ber ku ji nîşaniya xwe dûr ket girtîgehê zor li wî gir û wiha got: "Ez nêzî salekê girtî mam. Li şûna ez girtîgehê di jiyana xwe de wekî wextê herî xerab bibîr bînim, ez dê wê wextê herî kêfxweş bibîr bînim. Ji ber ku ez li girtîgehê bi Minez re zewcîm. Ev ji bo min kêliya kêfxweyiyê bû. Ez bawerim di jiyana min de her dem dê girtîgeh wekî salona mahrê bê bîra min. Piştî 64 rojan cara ewil ji bo zewacê min ew li girtîgehê dît. Her tişt di nava 8 deqîqeyan de bi dawî bûn. Me 64 roj di nava 8 deqîqeyan de bi cih kir."
Berdana me ya di danişîna dawî de ji bo me bû suprîz. Pişti em hatin berdan, min dît ku tiştek nehatiye guhertin. Tu cudahiya girtîgehê û derve ji hev tune ye. Dibe ku penaseyek ne pir rast be. Lê tenê hewşa wan ji hev cuda ye. Hewşa girtîgeha derve ji hewşa girtîgeha hundir firehtir e. "
Ogreten, anî ziman ku piştî ew hat berdan dêli cihê lê mayî karê rojnamegeriyê berdewam bike û bi nûçeyên wîcdanî wî bêzar dikin dê civakê ronî bike.
MA / Metin Yoksu