MÊRSÎN - Rêvebera HDP'ê Meryem Bay piştî ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê tahliye bû, aşkera kir ku tedawiya bi kelepçeyî li ser girtiyan ferz dikin. Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mîrze Mehmet Soylemez jî diyar kir ku di ketina girtîgehê de girtiyan tazî dikin.
Di 24'ê Tebaxê de li Mêrsînê operasyon pêk hatibû û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîrze Mehmet Soylmez û rêvebera HDP'ê Meryem Bay hatibûn girtin. Siyasetmedaran tiştên li Girtîgeha Tarasusê qewimîn parve kirin.
Soylemez da zanîn ku dema hatiye girtin ew birine Girtîgeha Tîpa E a Mêrsînê û mehekî li vir maye. Soylemez aşkera kir ku di dema girtinê de dermanê nexweşiya çolyakê nedane wî, bi dehan caran daxwazname daye lê dîsa jî derman dedane wî û ji ber vê kîlo daye.
'CILÊ ME ÇIRANDIN Û LÊGERÎN PÊK ANÎN'
Soylemez destnîşan kir ku piştî demekî ew birine Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê, di ketina girtîgehê de "ew tazî kirine" û wiha pê de çû: "Dema me qebûl nekir, gotin ku 'Hûn dernexin em ê derxin' gef li me xwarin. Cilê me çirandin û lêgerîn pêk anîn. Ez avêtim koxûşa ku ji bo tenduristiya min ne baş. Demek dirêj nehiştin ez biçim gel hevalên xwe. Piştî israran ez birim gel hevalên siyasî."
'BI KÊFÎ DERMANAN NADIN'
Soylemez got ku "Tiştên herî girîng ên li girtîgehê pirtûk in û wê jî nadin" û aşkera kir ku bi keyfî pirtûkan nadin wan. Soylemez, da zanîn ku dema ew nû birine, pirtûk bi rêya kargoyê girtine hundur, pirtûkên bi rêya kargoyê piştî nîşanê wî dane, nedane wî û wiha qala pirsgirêkan kir: "Bi hincetên keyfî dermanan nadin girtiyên nexweş. Her çendî tansiyonê hîper bi min re hebû jî piştî 15 rojan ez sewq kirim. Gelek girtiyên nexweş ên wekî min hene."
'DEMA EZ ANÎM EDLIYEYÊ ZEXTAN DEST PÊ KIR'
Meryem Bay jî di 24'ê Tebaxê de hat girtin, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan bi edliyeyê re dest pê dike û wiha pê de çû: "Destê min ji piştê ve kelepçe kirin û xwestin ez kel û pelê xwe jî bigirim. Ji ber ku pişta min diêşiya ez gelekî zehmetî di derenceyan de peya bûm. Li ser vê polîsa jin got ku 'Ev der otela 5 stêrkî ye te ew qas kel û pel aniye' û ez bi erdê re kaş kirim û birim edliyeyê. Ez ji ber êşa pişta xwe xwar bûm. Baş bû min êşbir li gel xwe biribû û min du êşbir vexwarin û êşa pişta min danîn. Dema em dibirin girtîgehê wekî ku serkeftinek mezin bi dest xistine, stran digotin."
Bay da zanîn ku hem cilê wê nedane û hem jî li wê lêpirsîn vekirine û wiha axivî: "Hevjînê min ji min re pîjamekî reş şandibû lê gotin qedexe ye nedan min. Ez mehekî bi şalekî mam. Li ser vê min bertek da nîşan û ji ber bertekê lêpirsîn li min vekirin." Bay destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên dibin girtîgehê destê wan kelepçe dikin û dixwazin wisa derman bikin û piştrast kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê zext di asta herî jor de ne.
'HEVDÎTIN QEDEXE KIRIN'
Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan ê Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek jî anî ziman ku roja Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê vebûye, zext dewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her ku diçe îşkence, derb û muameleya xirab li Girtîgeha Tarsusê zêde dibe. Li girtîgehê îdare guheriye û îdareya nû pêkanînên nû xistine dewrê. Hefteya borî ji derveyê xizmên nêz ên dereceya yekemîn, hemû hevdîtinên bi girtiyan re qedexe kirine. Hincet qanûna OHAL'ê ye. Ev pêkanînek keyfî ye."
Bek derbirî ku girtiyên zextên li girtîgehê şermezar dikin, lêpirsîn li wan tê vekirin û aşkera kir ku di warê birina nexweşxaneyê de pirsgirêk zêde ne.