ŞIRNAK – Endezyarên madenê têkildarî 3 karkerên di teqîna girûzê de mirin axivîn û xwestin berê tedbîran bigirin û dakevin binê erdê. Endezyaran destnîşan kirin ku ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e.
Li Şırnexê di 4'ê Kanûnê de di navbera bajaroka Gundikê Melê û gundê Kironê teqîna girûzê pêk hatibû û Abdurrahman Tunç û birayê wî Omer Tunç û Îdrîs Înal jiyana xwe ji dest dabûn. Endezyarên madenê ên derbarê teqînên girûzê yên ji ber sedema gaza metanê pêk tê de axivîn li ser bergiriyan hin hişyarî kirin.
‘REWŞA HEWAYA BIN ERDÊ DIVÊ WERE KONTROLKIRIN’
Endezyarê madenê Mehmet Uygur destnîşan kir ku di nava kana komirê yên girti pişti demekê gazên jehrî kom dibin û diyar kir ku di rewşên wiha de divê ewil hewayê kana komirê werê paqijkirin. Uygur got ku piştre divê kar dest pê bike û anî ziman ku mirov çûna bê tedbir ya di nava kana komir de weke intixarê ye. Uygur ev hişyarî kirin: “Divê ewil hewaya di bin erdê de bi cihazan were tespîtkirin. Divê pileya oksijen û gaza jehrî bipîvin. Her wiha rîska hezan jî divê were kontrolkirin. Cihên teng divê werin çêkirin. Lê belê divê ji rayedaran destûr werê xwestin û ev kar ji hêla xebatkarên pispor ve were kirin.”
‘RÊJEYA GAZA METANÊ BIGIHIJE SEDÎ 2’AN RÎSKA TEQÎNÊ DEST PÊ DIKE’
Uygur bi lêv kir ku ger ku di nava kana komirê de gaza metane di navbera sedî 5 û 15'an de be îxtimala teqînê mezin e. Uygur da zanin ku divê di bin erdê de rêjeya gaza metanê di bin sedî 2’an be. Uygur destnîşan kir ku ger ku rêjeya gaza metanê di ser sedî 15'an de be karker piştî demeke kurt dema bêhnê bigirin dê jiyana xwe ji dest bidin. Uygur wiha berdewam kir: "Ji bilî gaza metanê gazên cuda jî carnan derdikevin. Divê hêj gazên bi jehrî nebûne sedema teqînan bên paqij kirin. Dikarin bi perwaneyên bayê paqij bikin. Piştî hinek paqijiyê rêje bila were pîvandin û careke din paqijî bê kirin. Dema rêjeya oksîjena hundir gihişt sedî 20’an dikarin dest bi karê xwe bikin. Wê demekê ba bidin hundir û piştre jî rêjeyên gazên jehrî bê pîvandin.”
‘CÎHAZÊN RÊJEYA GAZAN DIPÎVE DIVÊ’
Uygur got ku ji bo pîvandina rêjeyên gazên bin erdê cîhazên pîvanê jî hebin û ev cîhaz di heman demê de dema hewa jehrî dibe îkazan didin.
Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Madenê (MMO) yê Amedê Dogan Hatun jî destnîşan kir ku divê sedemên girtî mayîna kanên komirê di serî de bê zanîn. Hatun got ku piştî şert û mercên kanên bin erdê hatin sererastkirin divê serî li wezaretê bê dayîn. Hatun anî ziman ku dema cihên xwezayî yên hewayê didin hundir di kanan de tune bin gazên jehrî li bêrîk û pêlavan de jî kom dibin.
MA / Gokhan Altay